BasNews – Serokomarê Fransa Emmanuel Macron ragihand ku Artêşa Fransayê, rêberê Dewleta Îslamî yê li Sahra Mezin Adnan Abu Walid al-Sahrawi kuştiye.
Macron di twitekê de bêyî ku cîhê operasyonê eşkere bike ‘’Di têkoşîna me ya dijî komên terorîst yên li Sahelê serketineke din’’ nivîsî.
Ofîsa Macron dîyar kir ku Sahrawi ji mêj ve li herêma Sahel ya li rojavayê Afrîqa rêberê Dewleta Îslamî ye û bi bîr xist ku koma Sahrawi di sala 2017an de êrîşeke kujer biriye ser leşerên Amerîka.
Wê ofîsê da zanîn ku Sahrawi di Tebaxa 2020an de jî fermana kuştina jî 6 xebatkarên sazîyeke alîkarîyê ya Fransa û ajokarekî Nîjerî daye.
Macron di Tîrmehê de gotibû ku ewê hêzên xwe yên li Sahelê yên di têkoşîna dijî çekdarên Îslamî de pêşengîyê dikin, jinûve çêkin û hejmara leşkerên li wir bi qasî nîvê wan kêm bikin.