BasNews – 92 malbatên din ku xelkê bajarê Reqayê, ji kampa Holê ya Rojavayê Kurdistanê derketin û vegeriyan cihên xwe.
Rewangeha Sûrî ya Mafîn Mirovan belav kir, 92 malbat ku xelkê bajarê Reqayê û gundewarên wê ne û bi hejmar jî 265 kes in û ji kampa Holê ya li parêzgeha Hesekê derketin û ji bo deverên wan hatin vegerandin. Piraniya wan jin û zarok in.
Derxistina van malbatan li gor biryara Rêveberiya Xweser a roja 10ê Cotmeha sala borî tê. Li gor biryarê, malbatên kampê yên Sûrî ji bo bajarên xwe tên vegerandin. Li gor zanyariyan, ji destpêka îsal ve jî dora 644 malbat ji wê kampê hatine derxistin.
Kampa Holê li bajarê Heseke ye û yek ji mezintirîn kampên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ye. Niha li gorî rayedarên Neteweyên Yekgirtî 62 hezar kes lê dijîn û piraniya wan jin û zarokên DAIŞê ne.
Rêvebiriya Xweser çendîn car in dibêje ku rewşa kampa Holê pêwîstiya wê bi destêwerdaneke navdewletî ye û divê welatên cihanê welatiyên xwe ji kampê vegerînin welatên xwe.