Amerîka- Biden red dike ku Serokê Çînê daxwaza wî civînekê qebûl nekiriye
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Amerîka- Biden red dike ku Serokê Çînê daxwaza wî civînekê qebûl nekiriye

Serokê Amerîkî Joe Biden red kir ku hevtayê wî yê Çînî Xi Jinping hefteya borî daxwaza Biden bo hevdîtineke rûbirû qebûl nekiriye.

Rojnameya Financial Times di raportekê de li ser zarê çend kesan ragihandibû ku di peywendîya telefonî di navbera herdu rêberan de hefteya borî, serokê Çînê daxwaza Biden qebûl nekiribû, li şûnê wê rijd bû ku Washington helwêsta xwe hember Beijingê nerm bike. 

Lêbelê Biden di bersiva pirsa rojnamevanan de derbarê vê mijarê got ku “ev yek ne rast e.”

Şêwirmendê ewlekarîya niştimanî yê Biden, Jake Sullivan, di daxuyanîyekê de got ku ew raport “ne rast û durist ya peywendîyê bû.” 

Lêbelê çavkanîyek ku di nav kesên ku hayê wan ji peywendîyê hebû de, piştrast kir ku raport durist bû.

Çavkanîyê ji ajansa Rueters re eşkere kir ku “Xi dîyar kir ku divê pêşî atmosfera têkilîyê were başkirin.”

Balyozxaneya Çînê li Washington derbarê vê mijarê bersiva ajansa Reuters neda.

Financial Times li ser zarê yek ji çakvanîyên xwe gotîbû ku Biden hilcivîn anîye zimên wekî yek ji çend egeran bo berdewamkirina danûstandinê ligel Xi, û wî çaverê nedikir ku yekser bersivekê werbigire.

Rojnameyê herwiha li ser zarê karbidestekî Amerîkî ragihandibû ku Xi ji bo hizra pêkanîna hilcivînekê nîqaş nekiribû û Qesra Spî bawer dike ev jî heta radeyekê ji ber xembarîyên girêdayî COVID-19 ye.

Axaftin li ser hilcivîna G20 ku meha bê li Îtalyayê lidar dikeve, hatîye kirin wekî cihekî pêkane ji bo kombûneke rûbirû di navbera herdu rêberan de, lê Xi ji dema destpêbûna pandemîya Koronayê sala borî ve ji Çînê derneketîye.

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved