Brîtanya dixwazê kompanyayên wê ji bo kerta karebeyê ya Herêma Kurdistsanê kar bikin
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Brîtanya dixwazê kompanyayên wê ji bo kerta karebeyê ya Herêma Kurdistsanê kar bikin

BasNews- Hikûmeta Brîtanya dixwaze kompanyayên wê jî bo kerta karebayê ya Herêma Kurdistanê kar bikin bi taynet di warê berhemanîna karebayê bi rêya wizeya tavê.

Ligor daxuyaniyekê Wezareta Karebayê ku kopiyeke wê daxuyaniyê ji BasNewsê jî re hatiye şandin tê de hatiye ragihandin: ‘’Rêveberp Bazirganiyê li Balozxaneya Brîtanyayê ya Bexdayê James Kaliga serdana Wezareta Karebayê ya Herêma Kurdistanê kiriye û di civînê de ligel Wezîrê Karebayê Kemal Mihemed Salih civiya ye û bi fermî daxwaza welatê xwe gihand Wezîrê Kareba ji bo kompanyayên welatê wî beşdarî di projeyên karebaya Herêma Kurdistanê bikin, bi taybetî di warê berhemhênana karebayê di rêya wizeya tavê de.’’

Herwuha, Wezîrê Karebayê di civînê de jimareyek proje li kerta Karebayê aşkere kir di warê plana wan a cîbicîkirinê û da zanîn kompanyayên Brîtanya dikarin weberhênanê ji bo cîbicikîrina wan projeyan bikin.

Amaje bi wê yekê jî hatiye dayîn ku ev daxwaza Brîtanya di demekê de ye ku Wezîrê Karebayê 4ê Îlonê projeya berhemhênana karebayê ya bi wizeya tavê li dibistana navdewletî Cambridge ya Hewlêrê vekiribû.

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved