YE wê ji welatên xizan re 200 milyon dozên din yên vaksîna Koronayê bişîne
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

YE wê ji welatên xizan re 200 milyon dozên din yên vaksîna Koronayê bişîne

BasNews- Yekîtîya Ewrupa (YE) dê ji welatên xizan re 200 mîlyon dozên din yên vaksîna vîrusa korona xwe bişîne û valahîyên di bernameya xwe ya vaksînkirinê de bigire.

Ursula von der Leyen li Parlamana Ewrupa ya li Strasbourgê dîyar kir ku gava ew li rêjeya karanîna vaksînê ya cîhanê dinêrin ew dibînin ku rêjeya welatên xizan 1 ji sedê kêmtir ê û got ku ewê jiber vê lezê bidin vaksînkirina cîhanî.

Von der Leyen da zanîn ku Komîsyona Ewrupa dê heta nîvê sala pêş ji welatên xizan re 200 mîlyon doz vaksînên vîrusa korona bişîne.

Ursula von der Leyenê dîyar kir ku gava ew li rêjeya karanîna vaksînê ya welatên YEyê dinêrin ferqeke fikaran çêdike heye û da zanîn ku yekîtîyê 1,8 mîlyon dozên din yên vaksînê sitandine.

Von der Leyen da zanîn ku bo pandemîya vîrusa korona nebe pandemîya kesên vaksîn li xwe nexistine çi ji dest wan were divê ew bikin.

Ursula von der Leyenê pêşnîyaz kir ku YE heta 2027an dijî gefên nexweşîyê 50 mîlyar dolar (59,1 mîlyar dolar) vqetîne.

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved