Geştên esmanî yên navbera Îran û Afganîstanê de careke din destpê kirin
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Geştên esmanî yên navbera Îran û Afganîstanê de careke din destpê kirin

Rukiye Mistefa

BasNews – Îran piştî desthilatbûna Talîbanê ya li Afganîstanê geştên xwe yên esmanî rawestandibûn û naha careke din ew geştên bazirganî dan destpê kirin.

Televîzyona Îranê ya beşa erebî Al Alam ragehand, di navbera Îran û Afganîstanê de geştên bazirganiyê careke din destpê kirine û balefira Îranê ya dakete balefirgeha Kabulê wek yekem balefira Îranê ya piştî desthilatdariya Talîbanê pênase kir.

Balefira Îranê ya ji bajarê Meşhedê rabû ya ser bi rêyên esmanî ya Mahan a Îranê de dîplomatên Îranî jî di nav de 19 kes têdebûn.

Îranê geştên xwe yên esmanî ji bo Afganîstanê roja 16ê Tebaxê dabûn rawestandin.

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved