Berpirsekî berê yê Gorran: Komel û Yekgirtû li gel YNKê û Gorran bi awayek veşartî rêkeftine
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Berpirsekî berê yê Gorran: Komel û Yekgirtû li gel YNKê û Gorran bi awayek veşartî rêkeftine

BasNews – Berpirsên partî, çavdêr û yasanas behsa paşvekêşana partiyên îslamî dikin li herêma Kurdistanê û li gor wan di vê helbijartinê de îslamî zêdetir ji wê bêhêvîbûne ku herêma Kurdistanê bikin qada xwe.

Vê derbarê de Mehdî Ezîz Hacî yê berpirsê bazineya Hewlêrê yê Tevgera Gorran ku çend roj berî naha li gel hin berpirsên din ên wê tevgerê dest ji kar kêşan ji BasNewsê re ragehand: ‘’Binve binve Komel û Yekgirtû rêkeftin li gel YNKê û Gorran pêkanîne ku deng bidin namzedên wan. Ew partiyane bi nav opozîsyonin, lê naha ti opozîsyon tine ye, eger hebe cîhê gumanê ye û sîbera yên din in.’’

Li gor gotinên wî berpirsê dest ji karkêşayê yê Gorran, Komela Dadgerî di daxuyaniyên xwe de êrîş dike ser hikûmetê, ‘’Lê li gel aliyê serekî yê hikûmet pêkaniye ango YNKê rêkeftin pêkaniye. Ev yek xapandina dengên xelkê ye, eger na ev çiye. Ez hemû aliyan piştrast dikim ku endamên wan partiyên Komel û Yekgirtû agahdar nînin, di jor de biryar tê dayîn û li xwarê jî divê cîhbicîh bibe. Ew tişta ji bo pare û paye tê kirin û ew şerma herî mezin e.’’

Mehdî Ezîz got, 11 sale ez li gel Gorran kar dikim, lê aşkera bûye Gorran, Komel û Yekgirtû gelek paşve kişyane û dê vê helbijartinê de baca wê bidin.

Herwaha pirs li rêveberên Komel kir û got: ‘’Hûnê çawa bersiva xelkê xwe bidin? We bi çi rûyekî ve rêkeftin li gel YNKê kir? Yekgirtû çawa ketiye bin rêkeftinên binve binve.’’

Mehdî Ezîz dûr jî nabîne ku endamên Komel û Yekgirtû di vê helbijartinê de deng bi hevpeymaniya YNK û Gorran bide û rasterast jî vê derbarê de ‘’ji me re gotin ku em deng nadin.’’

Her vê derbarê de mamostayê zankoyê li Duhokê Rizgar Îsa ji BasNewsê re ragehand: ‘’Komela Dadgerî û Yekgirtûya Îslamî destên wan kifş bûye û nav xelkê de zêde newêrin behsa helbijartinê bikin, li Duhokê namzedê xwe dane YNKê û li cîhên din jî derfeta derketina namzed bo wan vala kirine, ev tê çi wateyê? Xêr bi wan kirin yanî tê çi wateyê? Ji aliyê din ve jî bi her cureyekî be êrîşî hikûmet û PDKê dikin.’’

Li gor wî mamostayî di vê helbijartinê de Yekgirtû û Komel dê baca vî tiştî bidin û dê paşketineke mezin dê wan de çêbe.

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved