Qaymeqamê Şêladizê: Ew welatiyên ku wenda bûne ji aliyê PKKê ve hatine revandin
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Qaymeqamê Şêladizê: Ew welatiyên ku wenda bûne ji aliyê PKKê ve hatine revandin

BasNews – Qaymeqamê nahiya Şêlazdizê ya Duhokê dibêje, ew kesên ku çend roj berê wenda bibûn, ji aliyê PKKê ve hatine revandin.

Çend roj berê 3 welatiyên xelkê nahiya Şêladizê ya bajarokê Amêdî li parêzgeha Duhokê, dema diçin nav gundê xwe li devera Rêkan û Nêrwe, wenda dibin, heta niha jî venegeriyane malên xwe.

Qaymeqamê Şêladizê, Rizgar Ubêdî ji BasNewsê re got, sê welatî bi navên Cebrayîl Îbrahîm (50 salî), Ceger (35 salî) û Rêgir (35 salî) xelkê gundê Sîriyê yê Şêladizê ne, dema diçin nav gundê xwe, wenda dibin. Ev şeş roj in wenda bûne.

Rizgar Ubêdî her wiha got, piştî ku em li dûv çûn me zanî ku ev çend roj in Tirkiyê ew dever bordûman nekiriye. Ev jî nîşan dide ku li ber bordûmanê neketine û me ber bi vê arasteyê ve dibe ku ji aliyê çekdarên PKKê ve hatine revandin.

Qaymeqamê Şêladizê da xuyakirin jî, heta niha ew zanin ew kesên han çima hatine girtin û got, ev şeş roj in haya me ji wan nîne.

 

 

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved