Rukiye Mistefa
BasNews – Li Meksîkayê grubeke çekdar avête ser otêlekî û di otêlê de 20 biyaniyên Venezuela û Haiti revandin.
Li gor nûçeya di çapemeniya Meksîka de cîh girtiye li bajarê Matehuala ya ser bi eyaleta San Luis Potosî ya Meksîkayê hin kesên çekdar avêtine ser otêlekî û 20 kesên biyanî revandine.
Serdozgerê eyaletê Federico Arturo Garza Herrera ragehand, ew kesane bi zorê birine û derbarê bûyerê de lêpirsînek berfireh dane destpê kirin.
Herwaha polîs jî derbarê bûyerê de li cîhê bûyerê lêkolîn kir û hat ragehandin grubeke çekdar bi 3 minibûsan hatine û 20 kesên Venezuelayî û Haitiyê revandine û xwe winda kirine.
Ji bo rizgar kirina wan kesên biyanî operasyon hatiye destpê kirin.