Namzedê PDKê: Xelkê Kurdistanê PDKê wek berevanê mafên xwe dizane
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Namzedê PDKê: Xelkê Kurdistanê PDKê wek berevanê mafên xwe dizane

BasNews – Namzedê PDKê yê bazineya 2 ya Hewlêrê yê helbijartinên pêşwext ên Parlamentoya Iraqê Dr. Amanc Mehmûd Herkî ragehand, PDK xwedî xebatekî tejî li deskeft û serweriye. Ji ber wê xelk deng dide PDKê. Ji bo vê helbijartinê jî vê carê xelk zêdetir deng dê bide PDKê, ji ber PDK wek parêzvanê destkeftan tê zanîn.

Dr Amanc Mehmûd Herkî ji BasNewsê re ragehand, ku ew namzedê hejmara 23 yê bazineya 2 ya Hewlêrê ye li ser lîsteya PDKê. Herwaha ragehand: ‘’Xelk di vê helbijartinê de dê zêdetir ji helbijartinên berê deng bide PDKê. Ji ber dizane PDK 75 sale şoreşê ji bo bidestxistina mafên rewa yên gelê kurd dike. Her demekî Kurdistan ketibe bin metirsiyê PDKê berevanî lê kiriye.’’

Herwaha ragehand: ‘’Xelkê Kurdistanê deng dide PDKê ji ber dîtin ku PDK parêzvanê axa Kurdistanê ye, waye her duh bû destana berevaniyê li Pirdê û Sihêla hat tomar kirin. PDKê serokek heye di şerê DAIŞê de li çeperên pêş de berevan bû û parêzvanî li axa pîroz a Kurdistanê dikir. Xelk PDKê wek berevanê mafên xwe dizane, ji ber wê îro deng didin PDKê.’’

Derbarê xwe de jî Dr Amanc Mehmûd Herkî got: ‘’Ezê li parlamentoyê kar bikim ji bo cîhbicîh anîna wan madeyên ku pêwîste li destûrê bên çareser kirin û heta naha çareser nebûne. Ezê kar bikim bo vegerandina navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê. Herwaha kar dikim ji bo vegerandina mafên darayî yên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê. Soz didim bi hemû hêza xwe ve berevaniyê li mafên xelkê Kurdistanê bikim.’’

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved