Çima Berê Mûşek, TNT û Dronan Li  Hewlêrê Ye?
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x
Barham Ali

Çima Berê Mûşek, TNT û Dronan Li  Hewlêrê Ye?

Duhî bi şev (11 vê mehê) dîsa êrişeka terorîstî bi firokeyên bê firokvan (drone) li dijî Hewlêrê hat kirin. Xoşbextane ew êriş hat pûçkirin. Ne ziyanên wê hebûn ne jî karî bigihê armanca xwe. Eva dibe heftemîn êrişa mûşekî li dijî Hewlêrê ku di heyama salekî de hatine kirin. Çend roj berê jî Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê di daxuyaniyeka vîdyoyî de îtirafên grûbeka girtiyên DAIŞê belav kir ku dixwastin li nav Hewlêrê de êrişên terorîstî bikin.

Demekî beriya niha jî Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê bi heman rengî di daxuyaniyeka vîdyoyî de girtina komeka din ya terorîstên DAIŞê ragihand ku ji aliyê hêzên Dijîterora Herêma Kurdistanê ve hatibûn girtin. Di nav wê daxuyaniyê de îtirafên wan terorîstan jî hebû ku dixwastin beriya cejna Qurbanê çend çalakiyên terorîstî li nav Hewlêrê bikin.

Xala hevbeş ya wan nûçeyan bajarê Hewlêrê ye. Ewa ku bala min kişand pêdagiriya serkirdeyên bilind û ewlehiyê yên DAIŞê bû li ser wê yekê ku divê li Hewlêrê êrişên terorîstî bên kirin. Ji wê sosrettir ew e ku tevahiya êrişan bi dronan yan jî mûşekan ji aliyê milîsên terorîstî ve tên kirin. Hemû li dijî Hewlêrê ne. Pirsa girîng ev e: Çima hemû dijminên Kurdistanê bi taybet dixwazin êrişî Hewlêrê bikin?! Ez carê behsa dîroka kevndar û pir bi çîrok ya bi hezar salan ya Hewlêrê nakin, tenê behsa dîroka piştî serhildana 1991 vî bajarî dikim heta niha.

Hewlêr ji dema ku bi biryara siyasî ya serkirdetiya Kurdistanê û bi qanûn û Destûrê bûye paytexta Herêma Kurdistanê, êdî ji wê yekê derketiye ku bajarekî normal be, êdî paytexteka normal jî nîne belkî ev bajar paytexta şiko û heybet û hebûn û îradeya ne tenê kurdên Başûr lê ya nêzîkî pêncî milyon kurd e, paytexta şikoya hemû Kurdistaniyan e bi hemû pêkhateyên xwe yên etnîkî, ayînî û mezhebî ve. Hewlêr paytexta berevanî li vemana statûya siyasî û Destûrî ya Herêma Kurdistanê ye, Hewlêr paytexta biryara siyasî ya Kurdistanê ye.

Ew partiya ku wek partiya yekem ya hilbijartinan bi şirîkatiya partiyên din hikûmeta Kurdistanê pêk aniye û hukmê Hewlêr û Herêma Kurdistanê dike, tu jê hez bikî yan hez nekî, alîgirê wê bî yan neyarê wê bî, dengê xwe bidiyê yan nediyê, ev rastî qet nayê guhertin ku şikoya Hewlêrê şikoya te ye.

Kurt û kurmancî, Kurdistan bi hemû bajar û bajarok û gundên xwe ve şikoya me hemiyan e, parastina Hewlêrê jî ku paytexta biryar û îradeya vê Kurdistanê ye, yanê parastina şikoya me hemiyan û hemû Kurdistanê. Ev pêwendî bi wê yekê ve nîne ku kîjan partî li Hewlêrê piranî ye û xwedan desthilat e. Xwedê neke eger Hewlêrê bikeve, hêviya azadî û serbestiyê li her çar parçeyên Kurdistanê dikeve û ji dest diçe. Êdî demek dirêj pêwîst e da ku dîsa şîn bibe. Berovajî vê yekê jî rast e; her biryareka siyasî ya girîng di berjewendiya Kurdistanê de were dayîn, divê dîsa li Hewlêrê ew biryar bê dayîn.

Eva ku ez behs dikim, kêmirina pêgeha ti bajarekî Kurdistanê nîne, Xwedê hemû bajar û bajarok û gundên Kurdistanê ji şer û belav dûr bigire. Her bajarek û deverek girîngiya xwe heye û xelkê wan bajar û deveran bi qasî xwe rastî zilm û zordariyê û serkutkirina dijmin û dagîrkerên Kurdistanê hatine. Hemû jî bi hev re xebat kirine bo azadiyê û qurbaniyên mezin dane. Pêşmerge û zarokên bi wefa û can fîda li hemû deverekî Kurdistanê hebûne û hene û dahêner jî li hemû deveran hebûne û hene.

Mirovên dilsoz li hemû cihekî Kurdistanê hene û kesên na pak jî k u kêmîne ne, li her derî hene. Parastina tevahiya gund, bajar û bajarokên Kurdistanê jî bi qasî hev girîng in. Lê ez behsa pêgeha siyasî ya Hewlêrê dikim, ji ber ku pêgeheka gelekî bi nirx û hestiyar e.  Ji ber wê j îdema neyarên kurd û Kurdistanê dixwazin derbekî li Kurdistanê û hebûna kurd û pêgeha kurd û Kurdistanê bidin, dixwazin derbekî li Hewlêrê bidin.

We dît di dema şerê navxwe de çawa dewletên dagîrker dixwastin şer li hemû kuçe û kolanên Hewlêrê belav bibe. We dît dema li nav parlementoyê de rêkeftina aşitiyê di navbera PDK û YNKê de hat îmzekirin, çawa şerê birakujî hat heramkirin û redkirin. We dît rêxistinên terorîstî yên mîna Qaîde, Ensarî Sune, Ensarî Îslam û dûvkên wan, piraniya êrişên terorîstî û xwekujiyên xwe li dijî Hewlêrê organîze kiribûn. We dît DAIŞê gelekî hewl da Hewlêrê dagîr bike lê pêşmergeyên qehreman difina wan şikandin.

We dît piştî xiyaneta 16 Cotmeha (2017) çawa Heşda Şeibî û dûvkên wê hewl dan Hewlêrê dagîr bikin lê Pêşmerge karî qafê wan yê pûk bişkêne. Niha jî hûn dibînin êrişên mûşekî û dronî û TNT milîsên terorîstî her li dijî Hewlêrê ye, pilanên gemar yên DAIŞê jî dîsa bo wê ye ziyanê bigehînin DAIŞê.

Hewlêr ji bilî wê yekê ku bajarekî kevnar û dijî dîrok û çîrokên Kurdistanê ye, ji bilî wê yekê ku paytext e û dezgehên mîna Serokatiya Herêma Kurdistanê, Serokatiya Parlementoya Kurdistanê û Serokatiya Encumena Wezîran li xwe digire, ji bilî wê yekê ku bajarê konsulxane û nûnertiyên dîplomatîk yên dewletan e, ji bilî wê yekê ku bajarekî mezin û pêşketî û bedew û geş yê Kurdistanê ye, ji bilî wê yekê ku cantirîn û pêşketîtirîn bajarê Hewlêrê di warê avedaniyê de, ji bilî wê yekê ku yek ji bajarên pêşketî yên deverê ye, ji bilî wê yekê ku bajarê hemiyan e û paytexta Kurdistaniyan e û rûgeha tûrîstan e û himêza pir bi dilovanî û hurmeta mîvanan e, ji bilî wê yekê ku bajarê ferşa sor û pêşwazî li serkirdeyên mezin yên cîhanê ye, bajarê îrade û biryar e, bajarê berevanî li statûya Herêma Kurdistanê ye, ji ber wê jî her dem hedefa yekem ya dijmin û neyar û dagîrkeran e.

Ewa ku DAIŞ li dijî Hewlêrê dike, ewa ku milîsên nav Heşda Şeibî li dijî Hewlêrê dikin, ew komployên herêmî yên ku hatin kirin û tên kirin û gelek yên din jî di rojevê de ne, ew dezgehên medyayî yên erebî, turkî û farsî yên ku li dijî Hewlêrê tên xebitandin, ew makîna medyayî ya kurdî ya ku bi salan e bi diravê xelkê Kurdistanê ji aliyê hinek partiyên îslamî û qaşo opozîsyon û popolîstî ve li dijî Hewlêrê tên bikaranîn, ewa ku bi salan komek parlementerên kurd yên xwefiroş li Bexdayê li dijî pêgeha Hewlêrê dibêjin û dikin, li dijî partiyeka diyarkirî nîne belkî ew dixwazin Hewlêrê bixin û bidin teslîmkirin û serê wê bidin çemandin. Helbet ev jî xewna gemar ya hemû dijmin û dagîrkerên Kurdistanê ye, ji ber wê jî ew hêz û partiya ku berevaniyê li şikoya Hewlêra paytext dike berevanî li şikoya hemû kurd û Kurdistanê dike.

Kerkûk, Silêmanî, Hewlêr, Helebce û Duhok hemû bi qasî hev hêja û xoşdivî ne lê dijmin û neyarên kurd û Kurdistanê dixwazin bi şikandina şikoya Hewlêrê şikoya hemû bajarên Kurdistana Başûr bişkênin, loma eger Hewlêrê parastî be Kurdistan dê parastî be.

 

 

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved