BasNews – Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî îro bi armanca hevdîtin û guftûgo li gel berpirsên payebilindên Îranê, ji bo serdaneke fermî geheşt Tehranê.
Li gor zanyariyên malpera ÎRNA di wê geşta xwe de şandeyekî bilind ê siyasî û aborî ku pêkhatibûn ji 7 wezîr û şêwirmendê asayîşa niştimaniya Iraqê li gel serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî serdana Tehranê dikin.
Biryare serokwezîrê Iraqê di wê serdanê de li gel berpirsên payebilind ên Îranê derbarê pirsa du alî ya navbera Iraq û Îran û pirsên din ên pêwendiya xwe bi navçeyê ve hene dê guftûgo bikin.
Ev duyem care serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî serdana Tehranê dike û di dema destbikarbûna xwe ya wek serokwezîr jî roja 21.07.2020ê de yekem geşta xwe ya derveyî welat jî bo Tehranê kiribû.
Serdana Mistefa Kazimî ya ji bo Îranê dê rojek berdewam be.