Ez ‘’Alan’’ im, nuha li Cizîra Botanê ‘’Cemîle’’ me
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x
Kurmancî Bas

Ez ‘’Alan’’ im, nuha li Cizîra Botanê ‘’Cemîle’’ me

Mustafa Özçelik

Alan zarokekî 3 salî bû, Kurdekî ji Rojavayê Kurdistanê bû. Roja 2yê Îlona 2015ê bi dehan kes, xwestin bi qaçaxî, bi kelekekê ,li ser Behra Egeyê, ji Tirkîyeyê derbasî Yûnanîstanê bibin. Lê kelek di nav avê de wergerîya .Gelek kesên ku di wê kelekê de bûn, di nav avê de xeniqîn.Yek jê jî kurekî 3 salî yê ku navê wî Alan bû ku li gel malbata xwe di wê kelekê de bû.

Gava min wêneyê Alan ê biçûk ku jiyana xwe ji dest dabû û li ber avê li ser devkî razayî bû dît, ez gelekî hestyar bûm. Û di cîh de ev çend rêzikên li xwarê ne ji dilê min herikîn.

Min di heqê Alan de bi navê ‘’Navê Min Alan e’’ çend rêzik nivîsandibû û min ew di roja 04.09.2021ê de belav kiribûn.

Hîna hêsirên min ên li ser wan çend rêzikên ku ji bo Alanî ji dilê min herikîbûn hişk nebibû, hîna ku 5 roj li ser koça dawî ya Alanî derbas bibû, vê carê jî roja 7ê îlona 2015ê, li Cizîra Botanê, keça delal a 11 salî, keça Kurd Cemîle, li ber derîyê mala xwe, bi guleyên hêzên ewlekarîyê yê Dewleta Tirkiyeyê ve hatibû kuştin.

Lê ji ber qedexeyên derketina derve, hêzên Dewleta Tirkîyeyê nedihiştin malbata Cemîleyê cenazeyê wê bispêrin axê. Malbata Cemîleyê mecbûr mabûn ku 7 rojan cenazeyê Cemîleyê di nav lûleyên qerîsekan de, di sarincokekê de veşêrin. Piştî hefteyekê, hêzên Dewleta Tirkîyeyê rê danê ku cenazeyê Cemîleyê bê veşartin.

Gava ku min wî termê Cemîleyê di wê sarincokê de, di nav wan lûleyên qeşayê de dît; bi wê hêrs û xem û êşa dilê xwe, min bi çend rêzikan hestên xwe anî ziman û wê demê bi navê ‘’Ez ‘Alan’im, nuha li Cizîra Botan ’Cemîle’ me’’ min belav kir….

Di 6emîn salvegera kuştina Cemîle ya delal de, hîna jî zarokên Kurdan yên wek Mîhraçî li Hezexê(Îdilê) û li gelek derên din, dibin qurbanîyên vî şerî, jîyana xwe ji dest didin, têne kuştin. Ji ber wê jî min xwest ez dîsa van hestên xwe yên di ‘’Navê Min Alan e’’ û di ‘’Ez ‘Alan’im, nuha li Cizîra Botan ’Cemîle’ me’’

de min anîbûn ziman, careke din jî bi we re parve bikim.

07.09.2021

Mustafa Özçelik

Navê Min Alan e

Ez li ber perava bêdengîya mirovahîyê razayî me.

Ne xuşexuşa pêlan û ne jî hênikahîya avê, ne dengê qeqlîbazan û ne jî tîrêjên rojê; tu tiştî nabihîzim, his nakim...

Ez zarokekî sê salî me. Alan danîne navê min. Di nava kefa şerma behrê de wendayî me.

Dizanim nuha hûn ji min re helbestan dinivîsînin, wêneyan saz dikin.

Hûn behsa mafê mirovan dikin. Hûn bahsa kurdbûna min, bahsa bêsiûdiya miletê min dikin. Hûn digirîn…

Le dêya min, axx dayê, axx.

 

Ez dizanim ku nuha ew berîya min mirîye. Vêya ji ku dizanim? Ji bîhna şîrê sêrokî dizanim.. Dizanim nuha ew saxek e mirî ye.

Û dizanim nuha hûn bahsa rebenî, hustuxwarî, perîşanî û belengazîya dêya min jî dikin.

Hûn kirinên xwe bidomînin, lê hûn nabinîn ku yên reben, yên belengaz hûn bi xwe nin, mirovahî bi xwe ye.

Êdî ez wan peyvên xemilandî, gotinên qurmiçî nabihîzim. Ezê nikaribim temaşeyî wê şanoya we bikim.

Lê ji bo carekê be jî kurên xwe, keçên xwe têxin şûna min û lê temaşe bikin! Li zarokên xwe yên giyanê wan firyayî temaşe bikin.

Lê ka ew wîjdan? Ez xelekek im ji vê şanoya bi bêdengîyê ve hûnayî.

Êdî bes e. Êdî bes e rêberên kurdan, êdî bes e “mezinên” me. We dewletek ji me re ava nekir. Qet nebe ji yên mayî re ava bikin.

Êdî bi dûv hûrik û mûrikan nekevin. Êdî her yek ji we nebêjin ez û ez. Êdî bibin yek.

Bila vê carê jî nefire ew firseta li ber derîyê we razayî.

Navê min Alan e... Ez zarokekî sêsalî me. Ji Kobanîyê, ji Dêrsimê, ji Mehabadê me…Ji Şingalê , ji Helebçê, Ji Amedê me….Ez ji Kurdistanê me .

Êdî bila Alanên din li ber peravên bêdewletbûnê nebin qurbanîyên bêwîjdanan.

Ez dewletekê ji we dixwazim.

03.09.2015

Mustafa Özçelik

...........................................................

Ez ‘’Alan’’ im, nuha li Cizîra Botanê ‘’Cemîle’’ me

Dilê min qerisî ye.

Li Cizîra Botanê mirovahî li ber wê qerîsekê pûç bû ye, şewitî ye...

Ez Alan im, ez vê carê ne li ber peravê me. Di sindoqekê de, bi lûleyên qerîsekan ve pêçayî me.

Min navê xwe guhert, nuha ez Cemîle me...

Ez Alan im, nuha li Cizîra Botanê me, termê min di nav qeşayê de dilê dêya min disotîne.

Nevîyên Mongolan bûne ruhîstîn û li ser wê jî, nahêlin ez dilê xwe jî bispêrim wê axa ku em giş dilê xwe tê de dihelînin.

Ez vegerîyam, lê haya we ji min tune bû.

Belê, ez Alan im...

Min li vê derê gelek hevalên wek xwe nas kirin. Ez nizanim ji ku nin, kî nin.

Ez nizanim ez hatime kê derê jî. Lê cîhekî gelekî xweş e.

Ez zimanê hinekan ji wan qet nizanim. Lê tiştekî ecêb e, ez ji her tiştê wan fêhm dikim.

Yek ji Hîroşîmayê, yek ji Wîyetnamê, yek ji Helebçeyê û yek ji Dêrsimê ye.

Ji gelek derên din jî zarokên wek min hene. Navê welat û bajarên xwe weha dibêjin.

Gotin ‘’Meriv li vê derê her wek xwe dimîne. Meriv mezin nabe’’ . Çi xweş e. Meriv, mezin û qirêj nabe.

Dêya min wek her caran ez tenê nehiştim. Min zanîbû ew ê berîya min were vê derê…Va ye sînga wê dîsa rûyê min difirkîne, disincirîne.

Kanî hûn li ku nin, ka ew ên rismê min saz dikirin ku peykerê min dihûnan.

Ka ew ên hêsirên wan di nav wan pêlan de vedigevizîn, hûn li ku nin?

Piştî ku min dît hûn giş ne wek hev in, min şerm kir, ji ber ku min gotibû ew girî, ew şîn, ew xem, giş şano bû.

Lê ma ka hûn li ku nin, ew ên dilsoz, ew ên mezelê min bi rondikên xwe av didan..

Ma va ye ez vê carê di nav vê qerîsekê de, ne dengê we dibihîzim û ne jî hêsirên dîya xwe yên li ser termê xwe his dikim.

Ka hûn li ku nin mirovno?

Ma çima hûn kor in, çima hindik in yên dilê xwe di dilê min de biqerisînin; ma çima hûn lal in, ew ên li şûna dîya min ji min re bêjin cangorîya min?

Li vê derê, li vî cîhê ku ez hatimê, hevalên min hatin pêşewazîya min. Dilê xwe ji min re kiribûn egal û bi porê min ve kirin.

Gedeya Helebçeyî got, ‘’ Tu dizanî, mirovahî ji axê hatibû. Mirovahîyê pak û paqij çavê xwe vekiribû. Le di destê qirêjan de qirêj bibû, fetisî bû.’’

Min digot got qey mirovahîya qirêjbûyî jî ji ber şerma xwe, bi min re di wê deryayê de fetîsîbû. Dilê min piçekî sivik bibû. Lê va ye li vir, li Cizîra Botanê, bi destê xwe yê qirêj, ew hûtê hanê careke dinê ruh pê de vegerîya ye.

Ez Alan im , nuha li Cizîra Botanê Cemîle me. Ez nuha li Cizîra Botanê, bi termê xwe yê di nav qerîsekan de, dilê dêya xwe disotînim.

08.09.2015

Mustafa Özçelik

 

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved