KURDOLOJÎ Û KURDOLOG
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x
Maruf YILMAZ

KURDOLOJÎ Û KURDOLOG

Kurdolojî çi ye?

Wateya Kurdolojîyê çi ye?

Maruf YILMAZ

doktoremend, lêkolîner û mamoste

Kurdolojî, ji peyvên ”Kurd ”û”log” afirîye."Log" dihê wateya zanistî ango zanînê û ji peyva "logia" ya latînî dihê.  Li gorî dîtineke din ”log” ji ”logos”ê ya yûnanî afirîye. Kurdolojî dihê wateya zanîna Kurd/Kurdistanê û ew di forma zanista dîsîplîna sîstematîkê de agahdarîyên cuda berhev dike, lêkolîn û vekolînê dike. Kurdolojî zanîstek e.

Ew çanda giyanî û maddî ya zimanê kurdî, wêje, dîrok, ol û civakên kurd bi hawayekî sîstematîkî agahdarîyên cuda berhev dike û li ser lêkolînê dike. Civakên kurd ên berê û yên niha mijara wê ya sereke ye. Mirov dikare cûdahiyê bixe navbera zimannasiya teorîk û sepandî. Zimannasiya teorîk bi çarçoveyên ziman û teorîyên cuda ve mijûl dibe.

 Kurdolojî zanîna kurd e û ew şaxeke zanistê ye ku fîlolojî, antropolojî, edebiyat, ol, dîroka kurd û  mîrata çandî ya wan bi hawayekî sîstematîk  agahdarîyan berhev dike, lêkolîn û vekolîn dike.

Ez di vê nivîsa xwe de behsa Kinyaz îbrahîm MÎRZOYEV, Hecîyê CINDÎ, Qanatê KURDO û Celîlê Celîl nakim.  Bavê Hejarê Şamil rêzdar Şamil Selîm Eskerov  jî zanyar û kurdologekî mezin bû. Di fotografê de digel Qanatê KURDO ye. Ez dê di nivîseke din de behsa wî bikim û rola wî şirove bikim.

Li bakurê Kurdistanê jî Kadrî YILDIRIM  û hin kesên din xebatên hêja kirine.

Dr. Kemal Mezher Ahmed jî mora xwe li dîrokê xistîye. Ew dîrokzan, rewşenbîr, felsefezan û akademîkar bû.

Kurdolojî çi ye?  Wateya Kurdolojîyê çi ye?

Zanista kurdbûnê ya ku lêkolîn û vekolîn dike û ji xwe re haydar dibe. Kurdolojî di warê rabirdû û dîroka me de zanisteke girîng e, dihêle ku kurd fêrî bav û kal, mîrat, çand, edebiyat, zimanê xwe bibin û binasin. Kurdolojî di navbera dema berê, paşeroj û pêşeroj de pireke bêdawîn avadike.

 Neteweperestî bi şoreşa Fransayê re di nav neteweyan de belav bûye. Neteweyên bindest di wê demê de li kokên xwe gerîyan. Lêkolîn, çêkirin, hin ji wan gihîştin kokên xwe, hin ji wan vegerîyan ba neteweyên serdest û kurd jî yek ji wan bûn ku verîyan ba neteweyên serbest, ereb û farisan.

 Di nav turkologan de Zîya Gökakp (kurd/zaza), Adil Ayda, Ahmed Nejdet Sançar, Fuat Köprûlû û Hûseyin Nihat Atsiz hebûn û hebûna kurdan înkar dikirin.

Li vir divê bihête zanîn li cîhanê piranîya Turkologan ji Rûsyayê ne û li wir dijîyan heta înkarkirina zimanê kurdî bi lêkolînên Turkologên Rûsyayê girêdayî ye.

Prof. Dr. Henrik Samuel Nyberg bavê kurdolojîyê li Swêdê bû û Philip Johan von Strahlenberg jî bavê Turkolojîyê li Swêdê bû. Cara ewilî kursîya Turkolojîyê ya serbixwe di sala 1870î de li Macaristanê hat damezrandin bi alîkarîya zanyarên rûs beşa Turkolojî li Rûsya, Almanya û gelekî welatên Ewropayê vebûn.

Li gorî Dr. Ekrem Önen li cîhanê cara ewil û berfirehtirîn xebata Kurdolojîyê li Rûsyayê hate kirin, lê ev dîtin dikare ne rast be.

Piranîya Turkologan ji Rûsyayê ne û li wir dijîyan heta înkarkirina zimanê kurdî bi lêkolînên Turkologên Rûsyayê ve girêdayî ye.

 Nivîsara Ekrem Önen ji zanista Kurdolojîyê dûr e. Di derbara kurd û Kurdistanê de siyaseta  Rûsyaya kevnare, Rûsya Tsarist û ya Yekitîya Sovyetê jî ne zelal bûn û kêm zêde wek hev bû. Împeratorîya Rûsyaya kevnare û Yekitîya Sovyetê ya Lenîn / Stalîn jî piştgirîya Tirkiyê dikir û piştî peymana Lozanê jî piştevanîya îran, Iraq û Sûriyê dikir. Rûsya ji cihê xwe naleqe.

Turkologên ewropayî jî pir in û tezên wan yên saxte jî li ba min pir in. Lê dayîka Turkolojîyê Rûsya/Qafqasya ye.

Vilhelm Thomsen, turkolog û zanayê Danmarkî, turkolog û zanistê Rûsya W. Radloff ku bi eslê wî almanî ye ji bo turkan xebatên mezin kirin û piştevanîya Turkologên ku kurdan înkar dikirin, dikirin. Yek ji wan Nikolay Yadrintsev lêkolînerê rûsî û Turkologê Rûsî û aqilmendê Willhelm Radloff bû û daxwaz jê kir ku ew li ser tirkên kevnare lêkolîn çêbike û wî gotinên xwe pê dida kirin. Di dawîya dawîyê de ji alîyê Vilhelm Thomsen ve pêvayoya lêkolîna tirkên kevnare dest pê kir û Nikolaj Poppe jî roleke xerab di derbara girîngîya kurdî û çanda kurdî de leyîst. Ew rûsê mongolîst bû û wî peyvên kurdî, farisî û tirkîya kevnare dida ber hevûdu. Di encamê de peyvên kurdî mîna peyvên tirkî nîşan dida. Yanî piranîya turkologan ji Rüsyayê ne ango li wir dijîyan.

Li rêzê ji sala 1600 heta sala1900î

Hin ji turkologan ev in:

Andrey Viktorovich Anokhin (1871-1942) muzîkzan, etnografê Rûs, Joseph de Guignes (1721-1800,  rojhilatnas û Turkologê Fransî bû Mikhail IIIarionovich Artamonov (1898-1972), turkolog, dîrokzan, Gabdulhay Huramoviç (1927-1986, tatarî), profesorê Sovyetî, turkolog, fîlolog zimanzan, Alexsandr Palmbah, turkolog, Grigorî Gurkîn, turkolog (1870-1937),  Gyula Nemeth (1890-1976), TurkologÅe Macarî,  Dimitri Kantemiolglu (1673-1723), Alexander Nikolaevich Samoylovich (1880-1938), turkolog,   Nikolai Baskakov (1905-1996) zimanzan, turkolog,

Wilhelm, Redolff, Wilhelm Thomsen, Philip Johan von Strahlenberg, Wang Guoweri, Yevgeny Polivanov.
Bingehavêtin û bavên Kurdolojîyê û îtalîya, Fransa û Swêd e ne Rûsya ye

Bavê kurdolojîya zanistî û akademîk jî Henrik Samuel Nyberg e ku ew swêdî ye. Prof. Dr. Henrik Samuel NYBERG orîyantalîst, dîrokzan, zimanzan û yek ji birêvebirê Akademiya Swêdî bû. Ew di bûyerên cîhanê de jî, bi helwestên xwe ve serbixwe û bêtirs bû. Nyberg  erebîst, hebraîst, îranîst û kurdolog bû. Wî di debara zimanê kurdî û pehlewî de lêkolînên zanistîyê kirîye. Ji ber vê yekê ew kurdolog e.

Li zanîngehên Swêdê dostên kurdan yên akademîkar pir in, hin ji wan ev in: 

Anders LANGE, Siv EHN (Stockholms universite), Erik OLSSON (Linköpinges universitet), Maja POVZANOVIC FRYKMAN (etnolog, Lunds universitet).

Ev navên jêrîn rolên mezin leyîstin ji bo pêşvebirina Kurdolojîyê:

  1. Socın, 1890; A. Von Le Coq; Alexsandr Jaba, 1860, Chyet, 1991;  Hugo MAKAS, 1926; Î. N. BEREZÎN, 1842;  Marr 1894; Prym 1887;  Roger Lescot, 1942; Margarîta  RÛDÊNKO; V. PARSAMYAN;  Musaelyan J. S., 1978; Basil NÎKÎTÎN; Lorenzo Hervas y PANDURO, 1735-1809; S. A. Rhea;  Prof. Dr. Salomon EGAIAZAROV  di sala 1891ê de xebatên wî yên etnografîk li Erêvanê hatin weşandin.

 Prof. Dr  N. Marr di derbara zıman, çand û koka kurdan de lêkolînan  çêkiriye.

Gava em li Swêdê behsa xebata kurdolijîyê dikin, sê xebatên girîng hene, ew jî ev in: 

Kurdologi, Borhaneddin Yassin, Lund, 'Pirsa Kurd 1941-47. Aliyên herêmî û navneteweyî '.

Ferhad Shakely, Uppsala, Bandora rewşa sîyasî li ser wêjeya Kurdî

Omar Sheikhmous, Stockholm, 'Kurdên li sirgûnê.

TÊGEHA KURDOLOJÎYÊ

Qanatê KURDO û Hecîyê CINDΠ kurdologên mezin in. Herçend nayê zanîn ku ji hêla kê ve têgeha "Kurdolojîyê" cara ewilî  hate bikaranîn, lê ji ber xebata mîsyonerê Îtalî Maurizio GARZONÎ ya bi navê Rêziman û Ferhenga Zimanê Kurdî ye. Navê pirtûka wî ”Grammatıca e Vocabullarıo Della Lingue Kurda”´ ye. J. Bapiste TAVERNIER (1718) pirtûka xwe ya di derbara kurdolojîyê de diweşîne. Ew di navbera salên 1605-1689an de jîyaye. Ew destpêkarê kurdolojîyê ye.

 Ji bilî wî F. JUSTÎ jî di sala 1880î de rêzimana kurdî amade kir û dabû çapê. Thomas BOÎS kurdolog bû û mîsyonerê fransî bû. Ew û GARZONî herdu bihevre avakar û bingehdarên kurdnasîyê ne.

Prof.Dr Freidrich MÛLLER ku bi eslê xwe Avusturyayî di navbera salên 1843 û 1898an de jîyaye. Wî di derbara kurmancî û zazakî de lêkolînên akademîk pêkanîye û weşandîye. Ji bilî wî jî zimannasê Amerîkî Samuel Audley RHEA di navbera salên 1851 û 1865an de li bajarê Hakarîyê  jîyaye û fêrî kurmancî bûye. Piştre gramera kurdî amade kirîye û daye chapê.

Zanyarî û agahdarîyên Şerefxan BîTLÎSÎ û Evlîya ÇELEBÎ di derbara dîroka kurd, ziman, edebiyat, ol, çand û civakên kurd de çavkanîyeke baş e ji bo lêkolînên nû.   Li gorî Prof. Qanatê KURDO Alêksandir JABA xwendina xwe ya li Zanîngeha Peterburgê qedandibû û ew bû rojhilatnas. JABA di derbara folklor, edebiyat, dîrok û etnografîyê, de xebatên hêja kirine.

Mehmed Emin Zekî subayê Osmanî û mirovê dewletê bû, lê dîroka kurdan nivîsî û kurdolog bû. Ew dibin bandora Ahmedê Xanî û Hacî Kadirê Koyî de mabû û ji lewre wî dîroka kurd nivîsîye. 

Zimannasîya

Disîplînerîya lêkolîna zanistîyê:

Diyalektolojî, dengnasî, fonolojî, fonotîk, rêziman,

Morfolojî…

Morfofonolojî

Morfofonolojî (têkilîya navbera morfolojî û fonolojî û çawa pêvajoya fonolojiye di karûbarê morfolojiyê de dihên bikaranîn.

Sûntax/hevoksazî, zimannasiya dîrokî,

Ferhengokname, lexikolojî, Lêksokolojî/Leksokolojî beşek zimannasî ye ku peyvan lêdikole.

  1. Navdîsîplînerîya lêkolînê

Navdîsîplînerî çalakiyeke lêkolînê ye ku têde zanist, rêbaz, termînolojî, pirzimanî, pirzanyarî ”multîdisîplînerî” û pisporiya dîsîplînên lêkolînan heye. Divê dîsîplînên cihêreng têde hebin, daku  ew bikaribin qala pirçandîyê bikin.

  1. Tevahîya lêkolînên çandî ku ew dîsîplînên akademîk in ku ji çandên mirovî, vegotin, mîras,

bermahiyên çandên mirovî û zanistên civakî pêkdihên. Koka vê hindavê di teorîyên mirovahî, civakî, zanistî û lêkolînên salên1960-1970î de ye.

Mirov dikare bibêje di kurdolojîyê de dîsîplînek heye. Sîstema lêkolîna dewleta tirk antî teza kurdolojîyê ye. Kurdolojî dihê wateya zanîna Kurd / Kurdistanê û ew di forma zanista dîsîplîna sîstematîkê de ye. Ew şaxek zanistê ye ku bi ziman, dirok, edebiyat û çanda Kurdî re mijûl dibe. Di vê şaxa zanistê de, koma zimanê Indo- Ewropî jî heye.

Lêkolîner û akademîkarên Kurdolojîyê, giranîya xwe didin ser lêkolînên navdîsplînasî, zimannasî, çandnasî û bi taybetî di derbara Kurd ango Kurdistanê de. Kurdolojî parve dibe ser sê beşên bingehîn:

  1. Kurdolojîya kevnare: Lêkolîyên ku di derbara ola bav û kalên kurdan, tore, hîwûşî, cejn, kevneşopî de pêkhatine. Dîsan lêkolînên ku di derbara Avesta, Ghata, Rigveda, Sanskritî, Pirtûkên Weda, gramera Sanskritî ya Panini li derûdora BZ 520-470, Astadhyayî… û ji bilî van, struktura zimanê medî/farisîya kevnare, fonetîk, gramatîk, lîteratura klasîk…
  2. Kurdolojîya Navîn: Dîrok, peyv/gotin, folklor, erdnasî...
  3. Kurdolojîya hindava nû:

Di derbara kurdolojîyê de em dikarin sê tiştan bibêjin:

  1. Kurdîlolojî wekî zanina xwendekarî û lêkolînên hemû beşên zanyarîyê: hemû navdisîplînî zanyarî, dîrok, literatur, çandzan, rêziman, sosyolojîya Kurdistanê, antropolojîk.
  2. Akademîyên zanistîyê, Enstitûyên perwerdekariyê.
  3. Zanyarî di derbara Faris, Afgan, Taliş, Zaza, Tacik, Sogdî, Osetî, Paştû, Osêya hwd. de

 Kurdolojî di sala 1934an de li Erêvana Ermenistanê formeke nû wergirt. Di vê wê salê de kongreya Kurdolojîyê ya zanîstîyê pêkhat û kurdologên wekî Qanatê KURDO, Erebê ŞEMO, Hecîyê CINDÎ, Emînê Evdal, Casimê CELÎL û gelekî kesên din beşdar bûn.

 Li Sovyeta berê çar navbendên kurdolojîyê avabûbûn; Erêvan, Moskova, Lenîngrad û Baku.

Prof.Dr Freidrich MÛLLER ku bi eslê xwe Avusturyayî di navbera salên 1843 û 1898an de jîyaye. Wî di derbara kurmancî û zazakî de lêkolînên akademîk pêkanîye û weşandîye. Ji bilî wî jî zimannasê Amerîkî Samuel Audley RHEA di navbera salên 1851 û 1865an li bajarê Hakarîyê jîyaye û fêrî kurmancî bûye. Piştre gramera kurdî amade kirîye û daye çapê.

Zanyarî û agahdarîyên Şerefxan BîTLÎSÎ û Evlîya ÇELEBÎ di derbara dîroka Kurd, ziman, edebiyat, ol, çand û civakên Kurd de rêvekirin ji bo lêkolînên nû di warên navneteweyî de jî kurdolojî kete rojevê.

 Li gorî Prof. Qanatê KURDO Alêksandir JABA xwendina xwe ya li Zanîngeha Peterburgê qedandibû û ew bû rojhilatnas. JABA di derbara folklor, edebiyat, dîrok û etnografî de xebatên hêja kirine.

Mehmed Emin Zekî subayê Osmanî û mirovê dewletê bû, lê dîroka kurdan nivîsî û kurdolog bû. Ew dibin bandora Ahmedê Xanî û Hacî Kadirê Koyî de mabû. 

Abdussamedê BABEK ji Colemêrgê ye û ew berê zayînê (Berê Îsa) di navbera salên 972 an 1019 û 1020 de dijîya û wî berê Hacî Kadirê KOYÎ ango Alîyê HERIRÎ nivîye. Ji lewre ew piştî îslamê nivîskar û helbesyanê pêşîn e. Wî di di derbara ola îslamê de nivîsar, zanyarî û helbest nivîsîye. Baba Tahîr UYAN (Baba Tahîrê Ekbatana) helbestvanekî kurd (lurî/goranî)  e û ew di derûdora salên 940-1020î de jîyaye. Ew 100 sal berê Omer XAYYAM (Ömer Hayyam), Yunus EMRE û 150-200 sal berê Mevlana helbelvan bûye. Prof. Michael M. GUNTER (2016) di pirtûka xwe de behsa dîroka nûjen ya kurd û Rojhilata Navîn û komkujîyê dike.

Kurdologên akademîkar yên ewilî:

Sal: 1600-1700

Teorîyên cuda hebûn. Lêkolînerê xwezayî û endamê Akademîya Rusî Johann Anton GÛLDENSTADT (1787-1791) bawer dikir ku kurdî nêzikî tirkî û tatarî ye. Hin lêkolînan jî kurdî weke zaravayekî farisî didîtin. Li gorî teorîyeke din kurd Kalder in.

1700 - 1800

Albert HOUTUM SHILDLER 1846 – 1896)

Jean Baptiste TAVERNIER (1605 - 1689)

Joyce BLAU  (1932-  89 salî, dijî)

Maurizio GARZONÎ (1930 – 1790)

Vladimir Fjodorovitj MÎNORSKÎ (1877 -1966)

Michael Semenonvich  LAZAREV (Rûs)

Thomas BOÎS Fransî bû

Johann Cristoph ADELUNG ( 1732-1806)

Lorenzo Hervas y PANDURO (1734-1808)

Peter Simon PALLAS (1741-1811)

Johann Anton GÛLDENSTADT (1745-1781)

Giuseppe CAMPANILE (1762-1835)

Julius KLAPROTH (1783-1835)

Francois Bernard  CHARMOY (1793-1869)

Aleksander CHODSKO (1804-1891)

Ilya Nikolaevich BEREZIN (1818-1896)

Alexander Borejko CHODSKO (1804-1891)

Alexandre Auguste JABA (1803 – 1891)

Albert Houtum – SHINDLER (ji swîsrî)

Eugen  PRYM

Claudius James RICH

Albert SOCIN

Julius Heinrich KLAPROTH

Claudius James RICH

Giuseppe CAMPANILE

Karl Heinrich Emil LUDWIG KOCK 1809-1878)

Austen Henry LAYARD (1817 - 1894)

Moritz VAGNER (1813 – 1887)

Nicholas POPPE (1897 – 1991)

Freidrich MÛLLER (1843-1898)

Samuel Audley RHEA (1851-1865)

Davîd Neîl MACKENZIE (Amerîkî)

Peter von LERCH (1827-1884)

Ferdinand JUSTÎ (1837-1907)

Albert SOSIN (1844-1899)

Nikolai Jakowlewisch MARR (1865-1934)

Ely Banister  SOANE (1881-1923)

Basil NÎKÎTÎN (1885-1960)

Roger LESCOT ( 1914-1975)

Margarita Borissowna RUDENKO (1926 -1976)

Samuel AUDLEY RHEA (1827-1865)

Martin van BRUINESSEN (1946-)

Nabenda Lêkolînên Kurdî - Centre for Kurdish Studies –

Brîtanya, di sala 2006an de Navbenda lêkolînê

KURTEYA NAVEROKÊ

Kurdolojî, ji peyvên ”kurd ”û”log” afirîye Kurdolojî dihê wateya zanîna Kurd û Kurdistanê û ew di forma zanista dîsîplîna sîstematîkê de agahdarîyên cuda berhev dike, kom dike, lêdikole û vedikole da ku bigihîje encamekê.

Kurdolojî zanîstek e.

  1. Bapiste TAVERNIER (1718) pirtûka xwe ya di derbara kurdolojîyê de diweşîne û Mauriozi Garzonî jî, jê sûd werdigire. J. Bapiste TAVERNIER di navbera salên 1605-1689an de jîyaye û wî gelê kurd naskirîye. Ji bilî wî F. JUSTÎ jî di sala 1880î de rêzimana kurdî amade kir û dabû çapê. Thomas BOÎS kurdolog bû û mîsyonerê fransî bû. Ew û GARZONî herdu bihevre kurdolojîyê pêşxistin.

Lê Prof. Dr. Henrik Samuel NYBERG ku swêdî ye û yek ji birêvebirê Akademiya Swêdî bû. Ew bavê kurdolojîya akademîk û zanistîyê ye. 

Dûmahik heye

06.09.2021

Kopiya qedexe ye.

Maruf YILMAZ: maruf@live.se

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved