BasNews – Li paytexta Iraqê Bexdayê dadwerekî sexte aşkera bû û 10 sal cezayê girtîgehê jê re hate dayîn.
Îro 08.09.2021ê dadgeha tewanên Kerx a Bexdayê cezayê 10 sal girtîgehê da kesê bi navê H.H.T
Ew kesê ku ji aliyê ofîsa ragehandina encûmena bilind a dadweriya Iraqê wek tewanbar hatiye pênase kirin, xwe wek dadwer daye naskirin û bi telefon peyvendî li gel berpirsên Iraqê pêkaniye.
Tewanbarê ku hatiye ceza kirin wekî ku di beyanameyê de jî hatiye ziman, hewla birêve birina muameleyên bazirganiyê ji bo sûd wergirtina kesî ya xwe daye û nasnavê dadwer ji bo xwe bikaraniye.
Beyanameyê de amaje bi wê yekê jî hatiye kirin ku ew tewanbar bi rêya tora civakî ya facebookê ve gelek pêgeh bi navê dadwerên dadgeha destpakî û dadgeha bilind daniye û bi wî navî ve li gel xelkê axaftin kirine.