Rukiye Mistefa
BasNews – Hemû cîhan behsa wê emeliyat û operasyona serkeftî ya herdu xwîşkên ku bi hev ve bûn dike.
Operasyona ku pir kêm heta naha tê kirin, ew herdu xwîşkên cêvî ku saleke bi hev ve ne û li gel yek nefesê didin û distînin, lê heta naha hevdu nedîtibûn û piştî wê emeliyatê yekem car hevdu dîtin.
Ew herdu keç di meha Tebax a sala 2020ê de ji dayîkbûn, lê heta naha jî navê wan tine.
Herdu xwîşkên cêvî ango cemik û bi hev ve li dayîkbûyî, hem li welatê xwe Îsraîlê, hem jî li hemû cîhanê bûn rojev. Bi emeliyatekî ku gelek zehmet û pir kêm serkeftî dibe ve piştî salekî ew herdu xwîşk ji hev hatin cuda kirin û hemû ajansên cîhanî yên navnetewî ew agahî parve kirin û belav kirin.
Herdu xwîşk ji ber bi pişta serê xwe ve bi hev ve girêdayî li dayîk bibûn heta naha hevdu nedîtibûn. Li bajarê Beersebaa ya Îsraîlê li navenda Soroka ya Tibbî bi emeliyatekî serkeftî ve ji hev hatin cuda kirin.
Ji bo wê operasyona ku 12 demjimêran berdewam kir, amadekarî berî çend mehan destpê kir, li ser çermê serê wan herdu xwîşka di beşa çermê bi mû de xebat hat kirin. Ango ji bo neqil û veguhestina beşek ji bedenê ji bo cîheke din amadekarî pêkhatin. Ji bo vê emeliyatê ji Îsraîlê û ji cîhanê gelek pispor beşdarî amadekarî û emeliyatê bixwe jî bûn.
Herdu xwîşkên ku heta naha jî nav li wan nehatî kirin piştî wê emeliyata serkeftî hat ragehandin ku tenduristiya wan naha di cîh de ye.
Berpirsê beşa cerahî ya plastîk a wê navenda tenduristiyê ji televîzyona Îsraîlê re ragehand: Ew herdu pitik naha êdî bi serê xwe dikarin nefesê bidin û bistînin û dest bi xwarin xwarinê jî hatiye kirin.
Ew emeliyate ku heta naha li hemû cîhanê tenê 20 caran pêkhatiye, yekem car li Îsraîlê hate kirin.
Bi vê emeliyatê ve çermê serê herdu pitikan ji nû ve hate dîzayn kirin û çermê nû hate neqil kirin û ji modelên 3 alî jî sûd hatin wergirtin.
Karmendên nexwaşxaneyê û malbata wan herdu keçên biçûk jî ji ber her tişt baş birêve çû û rewşa wan herdu cêviyan başe keyfxweş in û hat ragehandin ku herdu keç jî êdî bê pirsgirêk dikarin jiyana xwe ya asayî berdewam bikin.