Sefîn Dizeyî: PKK sedemê nearamiya Şingalê ye û divê rêkeftina Hewlêr û Bexdayê bicîh bê
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Sefîn Dizeyî: PKK sedemê nearamiya Şingalê ye û divê rêkeftina Hewlêr û Bexdayê bicîh bê

BasNews – Berpirsê fermangeha peyvendiyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî di hevpeyvînekî li gel BasNewsê de, behsa gotinên konsolê Amerîkayê yê li Hewlêrê dike û amaje bi wê yekê dike ku ji ber PKKê û grubên wê yên çekdar pirsgirêk di rêkeftina Şingalê de çêbûye.

Sefîn Dizeyî li ser pirsa daxuyaniyên konsolê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê yên di civîneke çapemeniyê de behsa mayîna Amerîkayê ya li Iraq û herêma Kurdistanê bersivand û ragehand: Ew daxuyaniyê Amerîkayê di cîhê xwe de bûn. Bi awayekî fermî ew daxuyanî hatin weşandin û wek helwêstê fermî yê Amerîkayê em wê têdigehin. Ji aliyê din ve ew hemahengi û piştevaniya bi rêya nûnertiya Kurdistanê li Amerîkayê berê teqezî li wê yekê hatiye kirin, ku di pêşerojê de merasim û civînên me yên din jî dê hebin li gel berpirsên Amerîkayê û dê wan mijaran de axaftinên baş bên kirin.

Li ser pirsa BasNewsê ya ‘’Gelo dê vekêşîna Amerîkayê bandorê li ser Kurdistanê bike? Ti niyetek heye ji bo Amerîka xwe vekêşe?’’ Jî Sefîn Dizeyî ragehand: Mijara xwe vekêşînê û xwe nevekşandina li Kurdistanê mijarekî di çarçoveya guftûgoyên stratejik ên di navbera Washington û Bexdayê de ye. Divê ew hêzane di çarçoveya darêjandina wek hêza perwerdê, ne ya şer li vê deverê bimînin û wan bixwe jî ragehand ku hêza şerker li Iraqê namîne û hêza perwerdê dê hebe.

Herwaha derbarê pirsa ‘’Gelo Amerîka nîgeran ji rewşa Şingalê û hebûna PKKê ya waha wek naha, gotinên konsolê Amerîkayê hişyariyekî nû bû ji bo PKKê? Gelo dê ew bikeve warê cîhbicîh kirinê?’’ de jî Dizeyî ragehand: Derbarê Şingalê de rêkeftina fermî di navbera Hewlêr û Bexdayê de heye û hikûmeta federal jî piştevanî lê kiriye. Pêngavên baş jî hatine avêtin ji bo wê rêkeftinê û hêzên hevpeyman jî piştevaniyê lê dikin. Lê ji aliyê Bexdayê ve nehatiye cîhbicîh kirin, sedem jî diyare. Bi taybet hin ji grubên çekdar, rola wan hebûye di bicîhneanîna wê rêkeftinê de. Derveyî wê jî hebûna PKKê sedemê serêşiyê ye û nearamiya bajêr e. Divê ew rêkeftin bê bicîhanîn, kul i bajar jî aramî pêkwere.’’

Derbarê pirsa vekirina konsolxaneya herî mezin a Amerîkayê ya li Hewlêrê û pêngavên kar kirina li wê konsolxaneya geheştine çi astekî û çi amadekariyek ji bo wê hatiye kirin de jî Berpirsê fermangeha peyvendiyên derve ragehand: Bernameya konsolxaneya Amerîkayê li Hewlêrê du sale destpê kiriye û karên wan berdewam in û bendewarî hene sala pêş karên wê bi dawî bibe û dê bibe nûnertiya fermî ya Amerîkayê û ev tiştekî başe wek navendekî dîplomasiya Amerîkayê ya li Kurdistanê ye.

Sefîn Dizeyî derbarê pirsa ‘’Gelo dê kengî ew konsolxane bê vekirin? Kîjan berpirsê payebilindê Amerîkayê ji bo vekirina wê konsolxaneyê dê bê Kurdistanê?’’ ragehand: Diyar nîne, lê li gor kevneşopiya dîplomasiyê, serokê wê saziyê ango wezîrê derve bi fermî vedike. Li hin welatan jî cîgirê wezîrê derve vedike, êdî ew dimîne ser wî welatî, lê nah abi fermî ji me re nehatiye gotin ku dê kî bê vebike.’’

Li ser pirsa ‘’Hatina serokomarê Fransayê bo Kurdistanê hûn çawa dinirxînin? Ew peyam çi bû ku li gel xwe anîbû bo Kurdistanê? Vê derbarê de biryara giring çibû?’’ Sefîn Dizeyî got: Fransa yek ji welatên herî mezin ji konferansa li Bexdayê birêveçû re hat vexwandin, derveyî wê jî hatina serokomarê Fransayê bixwe jî bi wateye û piştevaniya rasterast bo Iraq û Kurdistanê ye. Macron di civîna xwe ya li Kurdistanê jî  bi aşkerayî siyaseta Fransayê aşkera kir, ku piştevanî û piştgiriya welatê xwe ji Kurdistanê re ragehand. Piştre jî li gel Serok Barzanî û serokê herêma Kurdistanê û serokê hikûmetê jî civiya. Serok Barzanî wek serokê netewekî dît, malbatên şehîdan wek malbatên xwedî serweriya welat pênase kir. Hevdîtina li gel hejmarek jinên Pêşmerge wek nirx û hêmayên qehremaniya jin bû. hatina vê carê ya Macron dibe zêdetirî du caran serdana serokomarê wî welatî ya ji bo Herêma Kurdistanê. Serdan bixwe piştevaniye bo siyaseta Kurdistanê ya vê demê de ye û ava kirina dostanî û teqezî li wê dostaniyê kirin e.

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved