Berpirsekî YNKê: PKK bahaneyan dide Tirkiyê ku gundên Silêmaniyê bên bombebaran kirin
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Berpirsekî YNKê: PKK bahaneyan dide Tirkiyê ku gundên Silêmaniyê bên bombebaran kirin

BasNews – Berpirsê Pêşmergeyên kevin ê YNKê li navçeya Şarbajêr ragehand, PKK bahaneyan dide Tirkiyê ji ber wê gundên me tên bombebaran kirin.

Îro 24.08.2021ê çend navçeyekî sînorê parêzgeha Silêmaniyê ji aliyê balefirên şer ên Tirkiyê ve hatin bombebaran kirin. Wezareta berevaniya Tirkiyê jî ragehand ku 28 binke û cîhên PKKê di wê bombebaranê de bûne armanca êrîşa wan.

Vê derbarê de berpirsê Pêşmergeyên kevin ê YNKê yê Şarbajêr Hêriş Mela Xidir ji BasNewsê re ragehand: ‘’Îro balefirên şer ên Tirkiyê çend gundekî navçeya Şarbajêr heta digehe Pênciwênê bombebaran kirin. Di vê deme de dibêjin serweriya axa Iraqê parastiye, lê ev jî parastîbûna wê ye.’’

Berpirsê YNKê dibêje: ‘’Erkê PKKê ew e ku hêzên xwe ji bo bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bibe, ji ber bahaneyan dide Tirkiyê ku navçeyên herêma Kurdistanê bombebaran bike, bakurê Kurdistanê jî navçeyekî asê ye û PKK dikare xebata xwe li wan deveran bike.’’

Herwaha got: ‘’Diyarbûna PKKê li navçeyên herêma Kurdistanê, ji bo hêzên wan bixwe û ezmûna me ya herêma Kurdistanê karekî metirsîdar e. Ji ber li navçeya me îstixbarata welatan heye, ji ber wê ya baş PKK li navçeyên sînorî yan derkeve, yan jî biçin bo bakurê Kurdistanê, Tirkiyê û li wan deran xebata siyasî bikin, ku bahaneyan nedin Tirkiyê û gundên me ji vê zêdetir xeranebin û malwêran nebin.’’

Herwaha diyar kir beşek ji wan cîhên ku hatine bombebaran kirin, çekdarên PKKê têde nîn in, bo nimûne jî gundê Şêxel Marên.

Berpirsê Pêşmergeyên kevin ê YNKê got: ‘’Heta PKK li herêma Kurdistanê hebe, artêşa Tirkiyê dê navçeyên me bombebaran bike. Bi kurtî pirs jî ev e, çima PKK navçeyên herêma Kurdistanê dernakeve? Min bixwe jî bi berpirsên PKKê re gotiye, Kurdistan a bakur bi vê hemû asêbûna xwe ve, bi hemû çiya, dol û daristan û newalên xwe ve, çima hûn xebata xwe venaguhêzin bo bakurê Kurdistanê? Mixabin bersivekî wisa nedane. Tenê bahaneya wan ew e dibêjin, Kurdistan ji bo me her Kurdistan e. Lê mana PKKê li herêma Kurdistanê wekî naha wêrankariye ne azad kirin.’’

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved