Dr. Mihemed Reûf: Çareserî ji bo PKKê ew e danûstendinê ligel Tirkiyê bike
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Dr. Mihemed Reûf: Çareserî ji bo PKKê ew e danûstendinê ligel Tirkiyê bike

Yek ji damezrînerê Yekgirtûya Îslamî û damezrînerî Hevpeymaniya Kurdistanî Dr. Mehmed Reûf guhertinên siyasî li Herêma Kurdistanê û Iraqê û taybet li Silêmaniyê diaxive û dibêje çareserî ji bo PKKê ew e danûstandinê ligel Tirkiyê bike.

Dr. Mihemed Reûf hevpeyvînekê de bersiva pirsên BasNewsê bersivand.

BasNews: Gelo tê pêşbînîkirin di hilbijartinên vê carê yên Iraqê de guhertin durist bibe?

Dr.Mihemed Reûf: Guhertin li Iraqê tenê peywendî bi hilbijartinê nîne. Belkî hilbijaetin ji bo meha 4an a sala bê were taloqkirin. Ji ber Sedir û 26 aliyên din razî nînin, bi taybet Sedir ku daxwaz dike were paşxistin. Ji ber wê mumkîn e ji bo meha 4 a sala nû were paşxistin. Hilbijardin çi tiştekî di rewşa giştî ya Iraqê de naguhere. Bo numune sîstema siyasî naguhere, karîgeriya milîsan li ser Iraqê zêde bûye û bi taybet piştî duristbûna Heşdî Şabî hilbijartinan ti guhertinek pêk neaniye û aboriya Iraqê ber bi xirabiyê çûye. Di peywendîyên şî'e û sunneyan de hîç pêşketine pêk nehatiye. Li ser kurdan jî hîç hilbijartinekê nikariye mafên kurdan ê di destur de zamin bike, bi tenû tiştek tê guhertin ew jî ew e, hêzek hêzeke di, dibe pêş. Ev jî ciyawazî tê de nîne ew hêza kurd be yan jî şîe be û ew jî hêzên din û yên sunne ber bi paş ve dibin û hevkêşe bi awayî tê sazkirin.

BasNews: Di hilbijartina berê de Partiya Demokrata Kurdsitanê (PDK) li ser asta Iraqê û Kurdistanê partiye yekem bû. Gelo mumkun e di vê hilbijartinê jî de PDKê bibe partiya yekem?

Dr.Mihemed Reûf: Nizanim, kurd wê 59 kursî yan 60 kursî hebe yan na. Lêbelê di vê hilbijartinê de wê PDK bibe hizba yekem û hêza serekî ya pêkhênerê Parlementoya Iraqê.

BasNews: Dilniyayî ku wê hilbijartin were paşxistin?

Dr.Mihemed Reûf: Kirin û nekirina hilbijartinê li Iraqê weke hevdû ye. Hîç rewşekê naguhere. Çunke Muqteda Sedir dixwest 70 kursiyan bi dest bixe. Piştî xwepêşandanên vê dawiyê û rûdawên Nasiriyê û Necefê hizba wî jê re gotiye, zêdetir ji 35 kursiyan em bi dest naxin û wî jî yekser biryara vekişîna ji hilbijartinê daye. Çûnke daxwaz dikir bibe serokwezîrê nû û hikûm bike û ew siyaseta Iraqê diyar bike û niha li bahaneyan digire dixwaze mercên xwe ferz bike û dixwaze di siberojê de babet biçe nava merceîyetî şîeyên li Iraqê û babetê bike pirsa şîe-şîeyan di navbera xwe de hemkêşe ne di navbera kurd- şîeyan yan jî kurd- sunneyan da be.

BasNews: Guhertina li Iraqê rû da û Heşdî Şebî kontrola temama biryara Iraqê kontrol kiriye. Li Silêmaniyê jî guhertin pêk hatin û rewş weke beriya 8ê Tîrmehê nabe hûn vê çawa dibinin?

Dr.Mihemed Reûf: Hîç rewş naguhere, guhertin bi hêsanî li Iraqê pêk nayên. Ya tê çaverêkirin piştî vekişîna Amerîkayê li Iraqê mumkîne bi awayekî din be. Yan kudetaya serbazî, yan şerrê nawxwe yê şîe û şîe, yan piştre şerrê şîe û sunne, mumkun e piştî van rûdanan li Iraqê guhertin pêk were. Ji bo Herêma Kurdistanê ciyawaz e. Piştî rêkeftina stratejik a sala 2005an di navbera birêz Talebanî û birêz Barzanî de peywendiyên PDK û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) têk naçe. Heger tiştekî derveyî wan rû nede. 

Ji bo gorankariyên Silêmaniyê jî, bawer nakin bernameya hikûmetê li bajarê Silêmaniyê were cîbicîkirin. Çunke SIlêmanî xwedî doxeke taybet e. Silêmanî bi temamî aloz e, ew heywan li Silêmaniyê heye û bi hêsanî nabe mast. Xeyal bestin bi SIlêmanîyê kirdarî nîne, Silêmanî pir wext dixwaze ji bo asayî bibe. Çunke piştî serhildana Goranê û ew halê nacîgir li Silêmaniyê heye û bi asanî nayê cihê xwe û jê re dem pêwîst e.

BasNews: Tê pêşbînîkirin ku hikûmeta nû ya Iraqê zû were pêkanîn?

Dr.Mihemed Reûf: Heta Iraq nebe dewlet nabe xwedî hikûmet.

BasNews- Rêkeftina Şingal û Kerkûkê wê çi lê were?

Dr.Mihemed Reûf: Ev babeteke hestiyar e û hem berjewendî û hem jî metirsî tê de civiya ye. Nikarim pêşbînî bikim çunke dûrî pêşbînî û şîroveyan e.

BasNews: Çima PDK ji rewşa li wan herêman nîgeran e?

Dr.Mihemed Reûf: Sînorê PDKê aloz e, PKK bi awayekî yekser sînorê wê ligel PDKê heye û Heşdî Şabî bi heman awayî û pêgehên DAIŞê beramber sînorên PDKê ne. Waqih ew e heger PDK nîgeran be ji ber rewşa wan herêman e.

BasNews- Derbarê rewşa Efxanistan û berawirdkirina Kurdistanê hûn dê çi bêjin?

Dr.Mihemed Reûf: Beriya Efxaistanê li Iraqê di serdema Nûrî Malîkî de ligel Amerîkayê rêkeftin. Piştî wê Amerîka ji Iraqê vekişiya û me dît çi pêk hat. Divê xelk wê baş hesab bike. Wê demê behsa Efxanistanê jî nebû. Çend xwîn rijiya û çend xelk şehîd bû û Iraq çend wêran bû, şerê şîe û sunne gehişt çi astê, şerê mezhebî gehişt çi astê, kûrbûna giriftan di navbera Hewlêr û Bexdayê de gihişt çi astê? Jiber wê ew rûdaw bi awaykî biçûk li Iraqê rûda beriya li Efxanistanê rû bide. Divê xelk vegere wan rojên dema Amerîka ji Iraqê vekişiya û bizanibe bê ka çi rûdaye. Pêwîstiya Amerîkayê bi wê yekê heye çend salan li derveyî Amerîkayê destêwerdanê di karên hîç welatekî de neke û li aboriya xwe bifikire û beramber Çînê biweste.

BasNews- Biryare Amerîka îsal ji Iraqê vekişe. Amerîka wê ji Kurdistanê jî vekişe?

Dr.Mihemed Reûf: Merc nîne, eger vekişe dikare bi demeke dereng wê ji Kurdistanê jî vekişe. DAIŞ li Iraq, Sûriye û Yemenê û Lubnanê û Libyayê û Efxanistanê li her cihê şer li hebe dikare xwe zindî bike û wê derfetê peyda bike û ji aliyê îstîxbaratên dewletan ve were zindîkirin.

BasNews: Bes rewşa Kurdistanê wê çawa be?

Dr.Mihemed Reûf: Ya girîng hevgirtina hêza Pêşmerge ye û ji sala 2018-2019an hatiye kirin temam bûye. Ya maye çima nayê kirin û temamkirin? Divê serkirdeyên PDK-YNKê bizanin bê çima nehatiye kirin!

BasNews: Piştî PDK- YNK rola hêzên din çi ye?

Dr.Mihemed Reûf:  Ev axaftin wê geleke avê bikişîne û bi asanî temam nabe. Carê heta niha mixabin pirsa serbixweyî û neteweyî ne di ewleyetê da ne. Pirsên îdarî, hizbî û şexsî di ewleyetê da ne. Heta stratejiyet neyê guhertin ew qisse hemû dibin xewn. Lêbelê bi awayekî bil ez opozîsyon nikare baweriyê bi dest bîne û bi asanî durist nabe.

BasNews: Babeta PKKê çi ye? Raya li ser wê pirsê çi ye?

Dr.Mihemed Reûf: PKK li çiyan e û carûbar ji çiyayan dadikeve. PKK li Silêmaniyê û li Şingalê heye herêmên wê yên serbazî jî Şingal û Qendîl in. PKK li benda Tirkiyê ye û Tirkiye jî li benda PKKê ye. Heta PKK wisa be û Tirkiye jî wisa helwêste bigire li dijayetîya PKKê wê PKK jî berdewam be li ser aloziyê û şiyana wê nîne ber bi pêşve biçe.

Baştirîn çareserî ew ku PKK ligel hemû wê çek û hêza xwe ligel Tirkiyê danûstendinê bike û ji aliyê siyasî û destûrî peywendiyê ligel Tirkiyê bike û wê ber bi pêş bibe û çareya wê nîne. Çunke derket holê ku ew bi hêsanî nayê kirin. Çunke Tirkiye Efxanistan û Iraq jî Somalî nîne. Tirkiye berdewamiya dewleta Osmanî ye û duyem hêza mezin a NATOyê ye û jeopolîtîka wê girîng e li Rojhilata Navîn ji bo Ewropayê. Ji bo kêmtir kêşe pêk werin Ewropayê hêzeke aborî rêkxistiye. Ji ber wê çendê jî fikra şerê çekdarî ligel Tirkiyê nagihê encamê. Dikarin wê hêza xwe ya serbazî weke yarmetîder be ji siyasetê re bikar bînin.

 

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved