Jimareya 21an a Dilopê derket
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Kovara Dilopê ku her du mehan carekê bi kurdî û tirkî di warê çand, huner û polîtîkayê de weşanê dike bi hejmara xwe ya 20an li pêşberî xwîneran e. Rûpelên dosyeya kovarê ji bo Qedrî Canê rewşenbîrê kurd ê sosyalîst ku îsal 49. salvegera wefata wî ye, hatine veqetandin. Di dosyeyê de mînakên helbestên wî jî, kar û barên wî yên edebî û siyasî jî, jiyana wî ya balkêş jî cî digirin. Nivîskarên weke  Rêdûr Dîjle, Ayhan Erkmen, Prof. Dr. Merîwan Umer Dewlet, İsmail Dindar, Enwer Karahan bi nivîsên xwe dosyeyê tînin pê û bergê kovarê jî wêneyê Qedrî Can dixemilîne.

Di mehên dawîn de di nav entelektuelên kurd de nîqaşek bi rê ve çû ku li ser têkiliyên ermen û kurdan û ‘mafê şeva ewil’ bû. Recep Maraşlı jî bi nivîseke balkêş beşdarî vê nîqaşê dibe. Dîsa nivîsa Mehmet Bayrak jî bo heman nîqaşê çavkaniyeke din e.

Mesut Alp bi nivîsên xwe di vê hejmarê de jî berdewam e. Alp vê carê çîroka Îskender Zulqarnên bi rastiya wê ya civakî ve li ber çavan radixe.

Welat Esenê ku di Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî de bi ser ket,  ji wê dosyeya xwe bi du helbestan cara ewil li pêşberî xwîneran e.

Weke her hejmarê dilop cî dide helbest, makale, çîrok û risman. İbrahim Karaca, Bernas Qerejdaxî, Kemal İnal, Namık Kuyumcu, Mela Mihyedîn, Can Eraldemir, Veysi Ülgen, Cuma Pîa û Mem Al bi nivîs, helbest û wergerên xwe; Fewzî Bîlge jî bi wêneyê xwe di hejmara dawî de cî girtine.

 

  

 

 

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved