PKKê kampa Mexmûrê kiriye leşkerîgeh û dadgeha leşkerî jî lê daniye
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

PKKê kampa Mexmûrê kiriye leşkerîgeh û dadgeha leşkerî jî lê daniye

BasNews – Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK)ê dest li ser kampa Mexmûrê de girtiye û kiriye leşkerîgeh, rê ji vekirina ofîsa Netewên Yekbûyî (NY) û fermangehên fermî nade.

Li gor zanyariyên BasNewsê piştî êrîşa DAIŞê ya ser Mexmûrê di sala 2014ê de û piştre kontrol kirina wê ji aliyê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ve, sal bi sal PKK zêdetir kampa Mexmûrê ji kampekî penaberên bakurê Kurdistanê derxist û heta sala 2017ê kir kampeke leşkerî. BasNewsê aşkera kir ku PKKê bi temamê hemû fermangehên hikûmeta herêma Kurdistanê û ofîsa ser bi NYê ya li kampê jî daxist.

Vê derbarê de Koordînatorê Erkdar ê Navnetewî yê hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî daxuyaniyek belav kir û di daxuyaniya xwe de daxuyaniya Kongreya Netewî ya Kurd (KNK) ku rêxistinekî ser bi PKKê ye û bangeşeya xirabiya rewşa mirovî ya kampa Mexmûrê kirine. Û vê derbarê de ragehand: ‘’Ti saziyekî herêma Kurdistanê li kampa Mexmûrê tine. Hejmara penaberên kampê jî zêde bûye, lê nav û navnîşan di tomarên fermî yên hikûmeta herêma Kurdistanê de tine.’’

Heman demê de aşkera kir hejmarek binke li Mexmûrê hene ku ji aliyê grubên çekdarî yên rê ji wan re nehatî dayîn ve serpereştiya wê tên kirin. Û got: ‘’Herçawa jî be hikûmeta herêma Kurdistanê ti demekê rê li hatûçûna rûniştvanên kampê nekiriye, bi taybet jî ên pîşedar, xwandevan û nexwaş bi awayekî asayî hatûçûya Hewlêrê dikin.’’

Dîndar Zêbarî got, herçend kampa Mexmûrê ji aliyê ofîsa komîsyona bilind a NYê ve rêveberina wê tê nasîn jî, ‘’Lê li gor zanyariyên hene ti fermangehekî NYê li kampê tine, tenê baskê Mûsilê yê NYê serdana kampê dike.’’

Ji aliyê din ve demeke PKKê balkêşaye ser kampa Mexmûrê û wek çavkaniya perwerdeya çekdaran û biçek kirina zarokan û keçan li wê kampê dinêre.

Berî naha berpirsê baskê Mexmûrê yê PDKê Kirmanc Ebdula ji BasNewsê re ragehandibû: ‘’Me gelek alîkariya kampa Mexmûrê kiriye, heta xelkê sivîl bikare jiyaneke asan li wê deverê bike. Bşeek piraniya xwandevanan jî dihatne zankoya Selahedîn û dixwandin. Lê nêzîkî 300 çekdarên PKKê hatine nav kampê û çek di dest wan de ye û rawestek li wê deverê danîne û rewşekî leşkerî ava kirine.’’

Li gor zanyariyan beşek zêde yê xelkê kampa Mexmûrê jî ji siyaseta PKKê westiyane û bêzar bûne û li gor wan jî wê partiyê jiyana wan xistiye metirsiyê û dem bi dem ji aliyê balefirên Tirkiyê ve tên bombebaran kirin û PKK jî zarokan direvîne, lê li hember wê ti bertekek tine. Ji ber tirsa kuştin û ceza kirina ji aliyê PKKê ve.

Li gor Kirmanc Ebdula jî beşek piraniya rûniştvanên kampa Mexmûrê ji siyaseta PKKê nerazî ne, ji ber PKKê jî rêxistinên navnetewî xwe ji alîkarî dayîna kampê vekêşane û rêxistinên navnetewî dibêjin ew kamp leşkerî ye û em jî li gel kampeke leşkerî danûstanê nakin.’’

Kirmanc Ebdula teqez kir, PKKê nav kampê de dadgeh daniye û ‘’Xelkê dikujin û zindî binax dikin, herwaha hemahengî û peyvendiya wan li gel beşek ji Heşdî Şeibî ava bûye, PKK bûye keva sor dijmin dikşîne Kurdistanê û bi taybet jî Mexmûr û Şingalê.’’

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved