Rêveberiya koç û koçberên Kerkûkê: Hîn zêdetir ji 35 hezar koçber li bajar jiyan dikin
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Rêveberiya koç û koçberên Kerkûkê: Hîn zêdetir ji 35 hezar koçber li bajar jiyan dikin

BasNews – Çar salên borî de û naha jî li gel hatina erebên hawirde bo Kerkûkê berdewam e û naha jî derveyî wan ereban  jî li gor rêveberiya koç û koçberên Kerkûkê radigehîne, 35 hezar koçberên ereb nav bajarê Kerkûkê de jiyan dikin.

Di salên 1970yan de rejîma Beis a jinavçûyî hemû hewldanek kir bo hejmara kurdan li parêzgeha Kerkûkê kêm bike û di wan salan de bi hezaran kurdên bajar koçberî bajarên Silêmanî û Hewlêrê kir. ew plane taybet di salên heştiyên de jî zêdetir birêve bir û ji bajar derxistina xelkê bajar ve, bi hezaran ereb ji bajarên Iraqê anîn bo Kerkûkê û piştre erd û îmtiyazên din da wan û ew siyaset heta salên 1990an jî berdewam kir.

Piştî hilweşîna rejîma Beis a sala 2003yê kurdên koçber ên Kerkûkê vegeriyan ser erdên xwe, lê ji ber kiryarên terorîstî yên El Qaîde û neqişbeniyan û grubên din ku sala 2005ê heta 2012ê jî berdewam bûn.

Piştî DAIŞê beşek ji nîvê axa Iraqê û axa Kerkûkê di Hezîran a 2014ê de dagirkir, Hêzên Pêşmerge geheştin Kerkûkê û karîn bibin asteng li pêş DAIŞê ku nikaribin bajar dagir bikin. Di wan çend salên ku Pêşmerge li parêzgehê bûn bê cudayî xelk parast, lê di encama xiyaneta 16ê cotmeha 2017ê de ku ji aliyê grubekî nav YNKê de pêkhat û bajar radestî Heşdî Şeibî kirin, êdî Kerkûkî koçberî herêma Kurdistanê bûn. Piştre hêdî hêdî xelk wegerya bo bajêr, lê heta naha ji ber rewşa xirab a ewlehiyê û berdewam kiryarên terorîstî û tundiyê hîn bi hezaran kurdên Kerkûkê nevegeryane bajar û li benda asayîbûna rewşa Kerkûkê ne.

Îro 18.08.2021ê rêveberê koç û koçberên Kerkûkê ya ser bi wezareta koç û koçberên Iraqê ye Emar Sebah ji BasNewsê re ragehand, raste îsal ew kampên derdora Kerkûkê ku mabûn û koçber têdebûn hatin daxistin, lê zêdetir ji 35 hezar koçber nav bajarê Kerkûkê de jiyan dikin û duh hatina wezîrê koç û koçberên Iraqê ya ji bo Kerkûkê jî, ji bo dîtina mekanîzmayekî bû bo wegera koçberan bo ser erdên xwe.

Herwaha got: ‘’Heman demê de hewla wezareta koç û koçberan ew e ku piştevaniya wan cîh û navçeyan bê kirin ku ji dest DAIŞê hatine rizgar kirin û bên ava kirin ku xelk vegere ser cîhê xwe.’’

Her di vê derbarê de endamê encûmena hilweşandî ya parêzgeha Kerkûkê Kameran Kerkûkî jî ku piştî 16ê cotmeha 2017ê bixwe jî koçberî Silêmaniyê bûye ji BasNewsê re ragehand: ‘’Eger wezareta koç û koçberên Iraqê kar bike bo vegera koçberan, ew hewldan başe, lê eger hewldanên wan cîdî be bi taybet jî li cîhekî wek Kerkûkê, ji bo ew bajar ji vê qonaxê biçe pêş başe. Ji aliyê din ve jî heta naha hejmarek zêde ya koçberên Kerkûkê li bajar û bajarokên herêma Kurdistanê ne û hîn xelk nevegeryaye.’’

Herwaha got: ‘’Mijara herî giring ew e eger kar bê kirin, ku erebên hawirde beşek ji wan vegerin dê gelek baş be, ji ber 312 hezar erebên koçber li Kerkûkê ne, li gel ewên ku ji bo ereb kirina bajêr hatine anîn û yên naha û berê ev hejmarek gelek zêde û ev nêzîkatiyekî siyasî ye. ji ber wê teqez dikim ku kar bê kirin bo hema beşek ji wan jî bên vegerandin dîsa jî başe.’’

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved