BasNews – Hikûmeta Iraqê li ser şandina 200 milyar dînaran berdewam dibe û dê vê mehê jî bişîne.
Nûnerê hikûmeta Kurdistanê li Bexdayê, Faris Îsa ji K24 re gotiye, hikûmeta Iraqê îro ferman da wezareta darayî ya Iraqê da ku dest bi amadekariyên şandina 200 milyar dînarê ku her meh bo mûçe dide Kurdistanê, bike.
Faris Îsa her wiha gotiye, di demek nêzîk de ew dirav dê were şandin û ev rewş dê heta dûmahîka îsal jî berdewam be.
Serokê hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî beriya niha gotibû, heta Bexda wî diravî bişîne ewê mûçe bê lêbirîn bidin.