Keyhan Mihemedînijad
Îro şoreşa teknolojiya zaniyarî û pêwendî roleke berçav di rêkxistina operasiyonan de dilîze. Pirsên ku di vir de têne gorê ev in, gelo ev şoreşe çi bandorek li ser şerê nerim heye? Şerên bandordar ji şoreşa teknolojiya zaniyarî û pêwendî kîjan in? Kurdistan jî dikare şerê teknolojiya zaniyarî û şerê nerim li hember dujminê xwe bike?
Bersiva wan pirsiyarane dê di berdewamiya gotarê de bêne dan.
Teknolojiya zaniyarî û pêwendiya serdema nû, tevî vê ku rol û bandorek berfireh heye, di şerê nerim de cih girtiye û herwisa di şerên saybirî, şerê “network”î û şerê elekteronîkî de jî bikar tê.
Şerê teknolojiya zaniyarî û pêwendî, şiyana taktîkên artêşan di şer de guheriye û radeya serkevtina wan di meydana pevçûnê de diyarî dike.
Îro rojê artêşa Amerîkayê bi rêya setelaytê ve leşkerê xwe rênimayî dike û li ser wan zal e û çawahiya pêşveçûnê dibêje wan.
Îro rojê piraniya welatên cîhanê digel neyarên xwe şerê meydanî nakin û ew bi rêya teknolojiya serdem ve şerê nerim dikin û wan teslîmê xwe dikin.
Kurdistan jî dikare hêza xwe ya mirovî pêş bêxe û ji rêya teknolojî ve dujmin û neyarê xwe bike bi armanc.
Her welatek ku di hewlê de ye hebûna xwe biparêze, mifahê ji emraz û teknolojiyên nû werdigre û di hewlê de dibe ku derheq teknolojiyên nû pirrçek be da ku xwe ji gefên dujminên xwe biparêze.
Mînaka herî berçav Îsraîl e, ev welate xwe di warê teknolojiyên serdem de pêş xistiye û li hember dujminê xwe disekîne û ji rêya teknolojiya nû ve dujminê xwe lawaz dike.
Lê Kurdistanê çawa dikare xwe bihêz û pirrçek bike, da ku li hember neyarên xwe de serkevtî be û dujminên xwe lawaz bike?
Kurdistan dikare ji şerê nerim mifahê wergire. Lê pirsyarek tê gorê, axo çawa şerê nerim bike û ji kîjan rêyê ve?
Bersiv ev e, şerê nerim pêk hatiye ji şerê derûnî, propagende, mediyayî, saybirî, zaniyarî, çandî, siyasî, civakî û zanistî”.
Lê çar metodên sereke yên şerê nerim pêk hatiye ji şerê derûnî, propagend, mediyayî û saybirî.
Ji rêya wan mînakan ve, dikare civatgehê an jî girûpekê bike bi armanc û bi bê pevçûna leşkerî, dijberê xwe rastî şikestê bîne.
Emê di çend mînakekê de wan şeran bas bikin ku ev jî wiha ne:
Şerê derûnî:
Şerê derûnî bi darêştina plan li hember herifîn an lawazkirina morala dijber an dujmin tê pênasekirin. Şerê derûnî li şerê cebilxaneyî zêdetir ji aliyê dujmin ve girîngî pê tê dan.
Bi giştî di şerê derûnî de du plan zêde bikar tên: 1- Jinavbirina hin ji haletên morala xelkê û raya giştî, ku ew ji berpirs û karbidestên welatên xwe bê hêvî bin. 2- Cihgirkirina nerînên xwe di nav hizira wan de.
“Thomas Fuller” dîroknivîsê Birîtaniyayî gotiye: “Mumkin e şerê derûnî cihê amûran di şer de bigre, şerê derûnî dikare hişê mirovan aloz bike û jiyana meinewî û exlaqiya neteweyekê ji nav bibe”.
Şerê derûnî yê stratejîkî, yek ji wan şerê derûnî ye ku mifah jê tê wergirtin, lê ew demdirêj e û dikare li ser xelkê netewa dijber, civatgeh, çand, dîrok û ya hemûyan girîngtir heta dikare li ser hêzên vefadar bi nizamê jî mifah bê wergirtin.
Mînaka berçav a şerê derûnî yê setratejîkî welatê Îsraîlê ye, welatê Îsraîl bi hemû awayekî şerê derûnî yê setratejîkî yê demdirêj dadirêje û di nav hundirê dujmin de bandorê li ser civatgeh û heta hêzên dijber jî dadinê. Di wê midehê de Îsraîlê çendîn caran binkeyên leşkerî ên Komara Îslamî ya Îranê kir bi armanc û ev jî, ji rêya xwedî kesên ku di nav Spaha Pasdaran de kar dikirin mifah hate wergirtin, ev yeka bûye cihê şik û gumana berpirs û heta nizama Îranê, axo di nav berpirs û fermandên nizamî de sîxurên Îsraîlî hene?
Bi her kiryarekê ku bi mebesta derzkirin li nav bawer, reftarê kesê beranber, lawazkirin û jinavbirina morala wan, şerê derûnê jê re tê gotin.
Kesê ku wan xalên jorîn ku hatinî baskirin bike bi armanc, divê personelên hikûmî bin, divê şarezayiyeke baş li ser xelk û civatgeha dujmin û neyarên welatê xwe hebin, zimanê wan bi başî bizanibin û digel pirsgirêk, derd û…hwd ên civatgeha beranber zaniyariyên baş hebin da ku bikarin li ser derûn an psîkolojiya raya giştî ya beranber kar bikin û wan di paşerojê de lawaz bikin.
Di rastî de şerê derûnî şerkirin digel hizirê dujmin e. Ger hizirê dujmin lawaz bû, ew rastî gumankirin ji hev, xelk û civatgeha xwe tên. Ku wisa ye şerê derûnî baştirîn rê ye bû lawazkirina dujmin.
Şerê propagande:
Propagende yek ji girîngtirîn şerê teknolojiya nû ye û yek ji şerê nerim tê hesibandin.
Piştî şerê cîhanî yê duyem, peyva “propagende” gelek caran bi merema siyasî an netewî an bo mebesta handana çend bîrokeyeke diyarîkirî bikar hatiye. Propagende çekeke gelek bihêz e ku di şeran de bikar tê.
Bo çî tê gotin ku propagende çekeke bihêz e? Çimkî propegendekirin bi amûrên şer ên pêşketî ve, yek ji girîngtirîn şerê derûnî ye ku dikare li ser morala dujmin û leşkerê dujmin bandordar be. Pênîşandan çekên pêşketî gelek girînk e ji bikaranîna wan. Bo mînak di şerê Amerîka û Îraqê yê sala 2003`an de ku dengvedanek belav bû û bû manşêta nûçeyan ku Amerîka ji çeka navkî bo destbiserdagirtina Îraqê bikar aniye. Berevajî, Amerîkayê ti carî ev çeka li dijî Îraqê bikar neanîbû.
Propagendeya çekên pêşketî di mediyayan de û manordan bi wan re hem şiyanê nîşan dide û hem jî bandorek nerînî li ser dujmin tê afirandin û eva jî dibe sedema daketina morala leşkerên dujmin.
“Adolf Hitler” dibêje: “Divê hemû propagende evqas pupoler û di asta hizrî de be ku nezantirîn kes ber bi wê propagendê ve herin û wê fam bikin, û bi bikaranîna propagendeya hişmendî û berdewamî, xelk dikare cehenemê bi buheşt û berevajî buheştê wek xirbtirîn rewşa jiyanê bibîne”.
Îro rojê tev cîhan bi propagende şerê nerim dikin, û morala neyarên xwe dadibezînin.
Di şerê propagendeyî de zêdetir ji bawer, nasname û psîkolojiya aliyê beranber dibe bi armanc.
Bi armanckirina morala leşkerên dujmin di eniya şer de yek ji girîngtirîn şerê propagendeyî ye. Çimkî leşkerê dujmin di eniya şer de bi bihîstina nûçeyekê bi giştî bê moral dibe. Bi propagendekirin bi nûçeyên birsîtiya dujminê beranber, bombarana cihên hestiyar ên wan û herwisa bi belavkirina nûçeyên şikesta eniya din a wan di şer de, dikare bibe sedemê alozî û lawazbûna wan di eniya şer de.
Herçiqas DAÎŞê bi navê îdolojiya Îslamê şer kir, lê wê girûpa terorîstî bi navê îdolojiya Îslamî mifah ji bawera xelkê wergirt. DAÎŞê di despêkê de bi belavkirina kurtevidiyoyên tundûtîjî di nav torên civakî de û bi wan propagendeyên xwe samek xiste nav dilê xelkê de û her navê DAÎŞê dihat, xelk ji nişkê ve tirsek bo wan dihate afirandin, axo ew girûpe ji çi cure kesekê pêk hatibe?.
An beravajî ji propagendeya DAÎŞê, Hêza Pêşmergê Kurdistanê jî, bi bîr û bawereke kûr bi netewe, ax û serweriya welatê xwe ve şer dikir û propagndeya mediyayan derheq qehrimaniya pêşmergan di eniya şerê dijî DAÎŞê de, li ser morala dujmin bandorek nerînî hebû.
Dema ku Serokê Herêma Kurdistan rêzdar “Mesûd Barzanî” di eniya şer de serdana Hêza Pêşmerge kir, û mediyayan propagende pêve kir, rastevxwe li ser morala pêşmergên eniya şer û heta xelkê Kurdistanê bandorek erênî hebû û herwisa berevajî li ser dujmin jî bandorek nerênî hebû.
Welatê Birîtaniya di şerê yekem ê cîhanê de, ofîsek bi navê propagenda şer ava kir û her heman ofîs di sala 1918ê de bi Wezareta Zaniyarî hate guherîn.
Almaniya sedema şikestxwarina xwe li şerê yekem ê cîhanê de kêmasiya wan di warê propagendê de daye zanîn.
Armanc li şerê propagendeyî eva ye: Piştevanîkirin ji hêza leşkerî, cihgirkirina moral, bawerî bi hêza leşkerî, berevanî ji bîrûbawerên netewî û serweriya tevahiya welat.
Her lewma jî, hewce ye ku Kurdistan bi hemû hewlên xwe ve û ji rêyên narastevxwe ve şerê propagendeyî li dijî neyarên xwe bike.
Şerê medyayî:
Şerê mediyayî yek ji metodên girîng ên şerê nerim e û herwisa behrimendbûn ji şiyana mediyayan bi mebesta berevanîkirin ji qazancên netewî gelek girîng e.
Hin rewşebîr û zana li ser vê bawerê ne ku mediya, desthilat û hêza diyarîkirina çarenivîsa mirovan ji wan bêpar kiriye û xistiye bin xizmeta xwe de û li ser hizir, fehm û hesta takan zal e.
Di niha de, mediya di darêjeriya şerê derûnî de roleke taybet dilîzin. Di şerên niha de, setratejiya mediyayî hekî ji setratejiyên leşkerî girîngiyek zêdetir nebe kêmtir nîne; di rastî de piştî şerê sar, wate û setratejî hatine guherîn û niha şerê sar, derûnî, propagendeyî…hwd, her hemû di bin bandora şerê mediyayî de ne û mediya roleke taybet dilîze.
Dema ku mediya bikare li ser bîrûraya giştî bandorê danê, wê demê ew mediya serkevtî bûye; Mediyayên îroyî dikarên di sedan rêyên cuda de şer bikin. Di televîziyonê de gava çend şirovekar bi zimanê dujmin biaxivin û propagendeyên nerênî li dijî siyasetên dujminê xwe bikin, bi awayek nerastevxwe dikare li ser xelkê neyar bandordar be. Di şerên mediyayî de, çand, civak, nasname û bawrên dujminê beranber dibe bi armanc; Bo mînak di şerê Amerîka û Îraqê de, mediyayên Amerîkayî bi hev re û bi awayekî lez bûyerên şer vedigusatin û tev bûyer jî bi qazancê Amerîkayê bas dikirin û wisa dikirin ku morala leşkerên Îraqê demûdest lawaz be û binkeyên hestiyar ên xwe bi cih bêhlin.
An jî berevajî şerê Îraq û Amerîkayê, di şerê DAÎŞê de, mediyayên Kurdistanê bi berdewamî pêşveçûn û şiyana Hêza Pêşmergê Kurdistanê nîşan didan ku eva jî rastevxwe bandor li ser morala çekdarên DAÎŞê hebû.
Di şerê mediyayî de, dibe karnasên şareza bêne bikaranîn da ku bi mifahwergirtin ji wan karnasan bikarin şerê nerim di mediyayan de lidar bixin.
Di niha de şerê mediyayî li ser birûraya giştî bandordar e.
Şerê saybirî:
Şerê saybirî (siber) pêk hatiye ji êrîşên saybirî ku ji aliyê bikirêgirtiyên welatekê li dijî bingehên saybiriya welatek din, bi çend oprasyonan tê kirin.
Em dikarin di mînakeke şerê saybirî de şerê Amerîka û Îraqê yê sala 2003`an bînin, ku bandordartirîn mînaka şerê saybirî ye. Di vê şerê de Amerîkayê karî bi hekkirina sîstemên dije mûşekî ên Îraqê vîrûsekê bi rêya kampiyoterê ve veguhezînine nav sîstemên dije mûşekî ên Îraqê û ji kar bixe. Dema ku balafirên Amerîkayê li ser esmanê Îraqê bûn, sîstema berevaniya Îraqê kar nekir. Wan karî piraniya sîstemên berevaniya Îraqê ji rêyên dûr ve hek bikin.
An jî di mînakek din de, Îsraîlê ji destpêka sala 2021an ve, çend sîstemên berevanî ên Îranê hek kiribûn, û bi balafirên F35 çend binkeyên alavên navkî di bajarê Kereca Îranê de kirbû bi armanc.
Roja 27`ê “June” a 2021`an jî “Joe Biden” Serkomarê Amerîkayê gef li Rûsiyê xwaribû ku dest ji êrîşên xwe ên saybirî bo ser Amerîkayê berdin, ku ger êrîşên saybirî li ser Amerîkayê berdewam bin emê rastî şerekî rasteqîne bên.
Bi giştî şerê saybirî di cîhanê de ber bi berfirehbûnê ve diçe û gelek caran berjwendiyên netewî, çand û ewlehiya netewî ya wî welatî dikeve metirsiyê de.
Ku wisa ye, hewce ye em xwe, civatgeh û welatê xwe li dijî şerê nerim û teknolojiya nû vaksîne û pirçek bikin.
Divê em jî li dijî wan di hewil û tekoşînê de bin. Ger ev ji rêyekê ve digel civatgeh û welatê me şerê nerim dikin, divê em ji dehan rêyên din ve derz bikine nav civatgeha wan û lawaz bikin.
Di rastî de, divê Kurdistan beşeke zêde ji dahata xwe terxanê wan şeran bike û ji kesên psporê wan waran mifahê wergire.
Kurdistan ji warê heşîmeta mirovî ve gelek ji Îsraîlê zêdetir e û ji warê îrade û bawer jî bi heman rengî sedan beranberê Îsraîlê bihêztir e. Ku wisa ye, divê Kurdistan welatê Îsraîlê bo xwe bike bi mînak û xwe ji hemû warekê ve biparêze û dost û neyarên xwe ji hev cuda bike.
Hekî Kurdistan karî ji rêya teknolojiya serdem û şerê nerim ve dujminê xwe lawaz bike, wê dem hem neyar û hem jî dost dikare li ser Kurdistanê hesabek taybet bike.