Wezareta Perwerdê bang li mamostayan kir vaksîna Koronayê li xwe bidin
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Wezareta Perwerdê bang li mamostayan kir vaksîna Koronayê li xwe bidin

BasNews – Wezareta Perwerde ya Kurdistanê daxwaz ji mamosta û karmendên wezaretê kir vaksîna Koronayê li xwe bidin.

Wezareta perwerdeya Kurdistanê di daxuyaniyekê de bang li mamosta û karmendên perwerdê kir bo lêdana vaksîna Koronayê lezê bikin da ku sala nû ya xwendin û perwerdê bi rengekî normal dest pê bikin.

Wezaretê her wiha daxwaz kiriye mamosta bo lêdana vaksînê navê xwe tomar bikin û rojên sêşemiyê li navendên lêdana vaksînê amade bin û vaksînê li xwe bidin.

Li gorî amarên wezareta perwerdê, heta niha 4262 mamosta û karmendên perwerdê vaksîna Koronayê li xwe dane.

 

 

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved