Serkirdeyekî PDKê: Divê êdî rê neyê dayîn PKK bacê ji xelkê Silêmaniyê bistîne
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Serkirdeyekî PDKê: Divê êdî rê neyê dayîn PKK bacê ji xelkê Silêmaniyê bistîne

BasNews – Endamekî serkirdetiya PDKê dibêje, çekdarên PKKê li hinek deverên Herêma Kurdistanê bacê ji xelkê distînin, divê êdî pêşiya vê yekê were girtin.

Endamê serkirdetiya PDKê, Necat Hesen ji BasNewsê re got, divê PKK ji wan deveran derkeve ku bazge daniye û bacê ji xelkê distîne. Bi nemana qaçaxçîtiyê li devera Silêmaniyê re divê bazge û rêbendên PKKê yên wergirtina bacê jî nemînin.

Wî endamê serkirdetiya PDKê da zanîn jî, PKKê li deverên Pişder û Pênciwênê bi eşkere bazge daniye û bacê ji xelkê wan gundan distîne û wan serkut dike. Divê pêşiya vê yekê were girtin û metirsiya PKKê li ser wan deveran nemîne. Ew ziyanê digehînin rêveberiya Kurdistanê ji ber ku dixwazin xwe bi ser wan deveran de bisepînin.

Bi gotina wî serkirdeyê PDKê, xelkê deverên sînorî ji PKKê nîgeran in û gelek caran di navbera wan û çekdarên PKKê de şer derketiye. Ew êdî naxwazin PKKê li wan deran bibînin.

 

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved