Şêx Cehfer: Valabûna 36 gundên kurdan li Xaneqînê encama 16ê cotmehê ye
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Şêx Cehfer: Valabûna 36 gundên kurdan li Xaneqînê encama 16ê cotmehê ye

BasNews – Berpirsê baskê 15ê yê Xaneqînê yê PDKê Şêx Cehfer Mistefa amaje bi wê yekê dike ku hejmarek zêde ya malên kurdan li sînorê Xaneqînê hatine vala kirin û beşekî piraniya gundên kurdan jî hatine vala kirin û bar kirine.

Şêx Cehfer Mistefa ji BasNewsê re ragehand: ‘’Li Xaneqînê 36 gundên kurdan hatine vala kirin û ji wan gundên ku ereb bûn û hinek kurd jî têde hebûn kurd, ji wan deveran hatine derxistin û 500 malbatan bar kirin. Beşek ji wan çûn bo Silêmaniyê û ev rewş encama 16ê cotmehê ye. Heşdî Şeibî temamê navçeyê kontrol kiriye û Xaneqîn jî metirsiyekî cîdî li ser e û Heşdî Şeibî bahaneyan ji bo xelkê digrin. Duh şev hewldan hin çalakvanên kurd bigrin.’’

Herwaha got: ‘’Navçeya madeya 140 bi giştî ji Şingalê heta Xaneqînê piştî proseya azadiyê ve xwedî hêviyekî bûn ku vegerin ser bi herêma Kurdistanê, lê mixabin ji destpêka proseya azadiya Iraqê ve pêngav giran hatin avêtin.’’

Wî berpirsê PDKê got: ‘’Piştî sala 2003ê ve hikûmeta herêma Kurdistanê heta 16ê cotmeha 2017ê Xaneqîn, Kerkûk û Şingal xwe bi kiryar desthilat bû û ew bajêr di dest hikûmeta herêmê de bûn, lê naha ti tiştek di dest me de nemaye.’’

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved