Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê pêşwazî li şandeyekî bilind a Partiya Al Umme ya Iraqê kir
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê pêşwazî li şandeyekî bilind a Partiya Al Umme ya Iraqê kir

BasNews – Îro 31.07.2021ê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeyekî bilind a Partiya Al Umme ya Iraqê ya di serokatiya Mehmûd Husên El Gilî yê emîndarê giştî yê wê partiyê kir.

Hevdîtinê de pêşhateyên dawî yên Iraqê û amadekariyên helbijartina encûmena nûneran hatin gotûbêj kirin û hat diyar kirin ku pêwîstî bi zemîne xweşkirinê heye li pêş helbijartinê ku paqij û şefaf be û maf û daxwazên hemû pêkhateyan bê bidestxistin.

Şandeya Partiya Al Umme ya Iraqê ji ber mêvandarî û alîkariya sedan hezar koçberên parêzgehên Iraqê pesnên helwêsta herêma Kurdistanê kirin, ku di aştî û aramiyê de li herêma Kurdistanê jiyan dikin.

Di mijareke din a hevdîtinê de behsa giringiya çareser kirina pirsgirêkên hatine cemidandin di navbera herêma Kurdistanê û hikûmeta federal a Iraqê hat kirin, ku divê li ser bingehê destûrê bên çareser kirin.

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved