Şirîn Fuad Mehsûm: Barzanî tenê ji ber kurdên paqijbûn hatin jenosid kirin
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Şirîn Fuad Mehsûm: Barzanî tenê ji ber kurdên paqijbûn hatin jenosid kirin

BasNews – Çavdêra siyasî û mamostaya peyvendiyên navnetewî Şirîn Fuad Mehsûm ragehand, Barzanî tenê ji ber kurdên paqijbûn hatin jenosîd kirin.

Çavdêra siyasî û mamostaya peyvendiyên navnetewî Şirîn Fuad Mehsûm di itoara xwe ya civakî facebookê de ragehand, herçend Parlamentoya Iraqê enfal wek tewaneke jenosîd nas jî kiriye, lê hîn biryara qerebû kirina kesûkarên wan nedaye.

Şirîn Fuad Mehsûm ragehand: Devera Barzan ji ber dergûşa kurdayetî û cîhê mirovên bixîret û niştimanperwer bûye, di temamê dîroka gelê me de gelek qurbanî daye.

Çavdêra siyasî jenosîda Barzaniyan wek tewana kîmyabarana Helebcê wek ‘’Jenosîda kerameta gelê kurd’’ pênase dike û sedemê wê rastiya tewana enfala Barzaniyan jî bi wê ve girêdide ku ji ber ‘’Ew kurdên paqij û parêzvanên ax û welatê xwe bûn.’’

Roja 31.07.1983ê rejîma Beis heşt hezar zilam û ciwan û zarokên Barzaniyan di proseya Benu ya enfalê de birin çolên Iraqê û bi zindî ew xistin bin axê û şehîd kirin.

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved