BasNews – Endameî rêveberiya Encûmena Niştimaniya Kur dli Sûriyê (ENKS) amaje bi wê yekê dike ku ji ber fişarên Qendîlê li ser îdareya Rojavayê Kurdistanê, her sal zêdetir ji 6 milyon bermîlên neftê ji rejîma Sûriyê re tê dayîn, kul i Rojavayê Kurdistanê bimînin.
Îro 31.07.2021ê endmê rêveberiya ENKSê Nûrî Birîmo ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ji roja Beşar Esede Rojavayê Kurdistanê radestî PKKê kiriye heta naha bazirganî û karên binve binve di navbera PKKê û hikûmeta Sûriyê de berdewam in. Naha jî bi berdewamî 6 neft bi qaçaxî li Rojavayê Kurdistanê ve bi Şamê diçe û salane 6 milyon bermîlên nefte divê ji hikûmeta Sûriyê re bê dayîn.’’
Herwaha amaje bi wê yekê jî kir ku: ‘’Heta sala borî jî aşê genim û arê cizîrê di dest rejîmê de bûye û naha PYD di bin destê wan bixwe de ye. Arê xelkê tine û bi qaçaxî hemû ji Şamê re tê şandin. Rêkeftinekî wisa hatiye kirin, PKK wek parastvan be bo parêzgerî li bîrên neftê bike û PKK neftê bifroşe û dolar bişîne bo Şamê.’’
Nûrî Birîmo got: ‘’PYD û PKK destê wan di qaçaxçîtiya mezin a li gel hikûmeta Sûriyê de heye. Berdewam nefta zêdetir ji hikûmeta Sûriyê re tê dayîn û hîn boriya nefta Rimêlan û Hemis di kar de ye û berdewam jî neft bi tankeran diçe bo Şamê. Balefirgeha Qamişlo û Şam yek rojê jî naraweste. Berdewam PKK cezayên Şamê ji aliyê Amerîkayê ve sivik dike. Zanyarî hene ku bi rêya balefirgehê ve macerayên mezin li ser Rojavê Kurdistanê de anîne.’’