PAK: Em 8000 şehîdên Enfala Barzanîyan bi giramî bibîr tînin
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

PAK: Em 8000 şehîdên Enfala Barzanîyan bi giramî bibîr tînin

BasNews – Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi boneya 38emîn salvegera enfala Barzaniyan de peyamek belav kir.

Li gor Buroya Çapemenî û Ragehandina PAKê daxuyanî waha ye:

Di roja 31ê tîrmeha 1983yan de li dijî Barzanîyan Enfal hate li dar xistin. 8 Hezar mêrên Barzanîyan ku temenê wan ji 7 salî heta 85 salî bûn , ji alîyê rejîma Seddam , ji herêma Barzanê hatin derxistin û anîn herêma Qûştepe ku bi ser wîlayeta Hewlêrê ve ye û li kampên Qûdus û Qadisîyê heps kirin. Mêrên Barzanîyan bi rojan bê av û bê nan di nav van kampan de hiştin, di dawîya ezîyeteka mezin de hatin wendakirin. Çi bi serê van mirovan de hat, heta îro jî nayê zanîn. Di ser vê jenosîdê de 38 sal derbas bû ye, lê hîn jî tu xeber ji piranîya van 8 hezar kesan tuneye. Ev mirov hatin îmhakirin û bi tevayî hatin binaxkirin. Cenazeyên kêm kesan ji wan vê dawîyê hatine dîtin.

Em di 38emîn salvegera Enfala 8000 Barzanîyan de, şehîdên Enfala Barzanîyan û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bi bîr tînin.Hemû qesasên Enfala Barzanîyan careke din rûreş dikin.31.07.2021

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved