Sefin Dizeyî: Kuştina malbata kurd li Konyayê şermezar dikim
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Sefin Dizeyî: Kuştina malbata kurd li Konyayê şermezar dikim

BasNews – Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî kuştina 7 endamên malbata Kurd ji aliyê nijadperestan ve li bajarê Konyayê, şermezar kir.

Sefîn Dizeyî li ser tora xwe ya civakî Twitterê diyar kir: “Kuştina hemû endamên malbata Kurd li bajarê Konya yê Tirkiyê, em şermezar dikin. Kesên ku vê kiryara hovane kirine û ev tawan encam dane, divê demildest werin dadgehîkirin.”

Duh 30ê Tîrmehê 2021ê li navçeya Meram a Konyayê komekê ku berê xwe wek nijadperestên tirk dane nasandin ji malbatê re gotine; “Em ulkucî ango nijadperestên tirk in û em we li wan deveran nadin jiyandin” û êrîşî malbatê kirine û di wê êrîşê de 3 jê jin, 7 kesan jiyana xwe ji dest dan û piştre jî mal şewitandine.

Parêzerê wê malbatê Abdurehman Karabulut li ser twitterê ragihand: “Kesên ketî û ne mirov malbata ku ez parêzerê wan bûm qetil kirin, me gelek caran hişyarî da. Lê 3 jê jin, bi giştî 7 kes qetil kirin.”

Hat ragihandin malbata Dedeogullari 24 sal e li Hasankoy dijîn û ên ku êrîş pêkanîne jî 15 sal in li heman taxê ne. Kesên ku jiyana xwe ji dest dane navên wan wiha ne: Yaşar, Bariş, Serpîl, Serap, Îpek, Metîn û Sîbel Dedeogullari.

 

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved