Iraq – Di êrîşeke li ser taziyekî de 13 kes hatin kuştin, 50 kes jî birîndar bûn
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Iraq – Di êrîşeke li ser taziyekî de 13 kes hatin kuştin, 50 kes jî birîndar bûn

BasNews – Ji ber êrîşeke terorîstî ya li parêzgeha Selahedîn a Iraqê, 13 kesan jiyana xwe ji dest dan, 50 kesên din jî birîndar bûn.

Şaneya ragehandina ewlehiya Iraqê ragehand, ku duh 30.07.2021ê êvari ‘’Terorîstan êrîş kirin ser taziyeyekî li navçeya Elbucelî ya bajarokê Yesrîbî ya bajarê Beled a parêzgeha Selahedînê.’’

Şaneya ragehandina ewlehiyê bû ku hejmara kuştî û birîndaran bide aşkera kir: ‘’Di êrîşê de gelek kes bûne qurbanî.’’

Li gor zanyariyên şahidên bûyerê, di encama êrîşê de 13 kesan jiyana xwe ji dest dane û 50 kes jî birîndar bûne.

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved