Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê serxweşî li emîndarê giştî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê kir
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê serxweşî li emîndarê giştî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê kir

Rêbend Seidula

BasNews – Îro 30.07.2021ê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêwendiyekî telefonî de ji ber koça dawî ya xwîşka emîndarê giştî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Selahedîn Mihemed Bahaedîn, Hemîde Mihemed Bahaedîn serxweşî lê kir.

Serokê hikûmetê Mesrûr Barzanî hevxemiya xwe ji emîndarê giştî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê re ragehand û ji xwedayê mezin hêvî xwest xweda jê razî bi biheşta xwe şad bike û aramiyê bide malbatê.

Emîndar giştî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê jî spasî û pêzanînên xwe ji ber wê peyvendiyê û hevxemiya serokê hikûmetê anîn ziman.

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved