Cotyar Kelarî
BasNews – Nerazîbûn û xwepêşandana girseyî li bajarê Xaneqînê ev du roje berdewam e û îro jî hejmarek berçav a hemwelatiyên Xaneqînê kombûn û daxwaza dest ji karkêşanê ji çend berpirsên bajar kirin.
Beşdarbûyekî xwepêşandana Xaneqînê Eyad Mihemed ji BasNewsê re ragehand: ‘’Li gel daxistina fermangehên av û elektrîkê wek xwepêşander em daxwazê dikin rêveberên wan herdu fermangehan dest ji kar bikşînin.’’
Herwaha got: ‘’Îro 27.07.2021ê xwepêşandanên xelkê nerazî di roja duyem de ye û eger mercên me neyên pêkanîn emê rêyên sînoran daxin.’’
Derbarê xwepêşandanan de berdevkê qaymeqamiya Xaneqînê Yusif Îbrahîm jî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Îdareya navçeyê hewldide pirsgirêk û daxwazên xwepêşanderan bicîh bîne.’’
Herwaha got: ‘’Beşekî piraniya wan pirsgirêkên nebûna av û elektrîkê li piraniya navçeyan jî her heye.’’