Almanya- Teqîneke mezin pêk hat  
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Almanya- Teqîneke mezin pêk hat  

BasNews- Teqîneke bihêz li kopmanyayeke kîmyawî li Almanyayê pêk hat û jimareyek 2 kes bi giranî birîndar bûne 5 kes ji wenda bûne.

Îro roja  27.07.2021ê li kompanyaya kîmyayî ya Bayerê li bajarê Leverkuzenê teqînek pêk hatiye.

Ji ber wê teqînê dûkeleke mezin bi ser asmanê bajêr de bilind bûye û berpirsan daxwaz ji xelkê kiriye di malên xwe de bimînin û ji malên xwe dernekevin. Herwiha derî û pencereyên malên xwe bigirin.

Herwuha heta niha sedema wê teqînê nayê zanîn û ligor zanyariyên destpêkê 2 kes bi giranî birîndar bûne û 5 kes jî wenda bûne.

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved