Serok Barzanî pêşwazî li şandeya Encûmena Lavên Kurdistanê kir
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Serok Barzanî pêşwazî li şandeya Encûmena Lavên Kurdistanê kir

BasNews – Îro 27.07.2021ê li Selahedînê Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li şandeya Encûmena Lavên (Ciwanên) Kurdistanê kir ku ji serokê encûmen û nûnerên 11 rêxistinên civakî yên ciwanên aliyan û pêkhate û herwaha nûnerên rêxistinên sivîl ên karûbarên ciwanan pêkhatibû.

Di hevdîtinê de şandeya mêvan kurteyek derbarê kar û çalakiyên xwe û herwaha plan û bernameya Encûmena Ciwanên Kurdistanê yên derbarê pirsa bêkariya ciwanan û metirsiya madeyên hişber û herwaha bihêzkirina hizra netewî û rêxistina karûbarên ciwan a di çarçoveya hevbeş de ji serok Barzanî re pêşkeş kir û daxwaz kir Serok Barzanî piştevaniyê li hewl û çalakiyên wan bike.

Her di wê civînê de Serok Barzanî jî karê hevbeş ên rêxistinên ciwanan wek pêngavekî gelek baş pênase kir û destxweşî li wan kir û piştevaniya xwe ji bo karên wan ragehand. Di berdewama wê rûniştinê de Serok Barzanî derbarê pirsên siyasî û astengiyên pêş ciwanan û asoyên pêşerojê de şîret û ronahîkirinên pêwîst ji bo şandeya Encûmena Ciwanên Kurdistanê pêşkeş kir.

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved