Biden peyameke tûnd ji Heşdî Şabî û Îranê re şand
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Biden peyameke tûnd ji Heşdî Şabî û Îranê re şand

BasNews- Serokê Amerîkayê Joe Biden di civînekê de ligel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî peyameke tûnd ji Îranê û Heşdî Şabî re şand.

Duhê êvarî 26.07.2021ê Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û Joe Biden li Koşka Spî civiyan.

Ajans Pressê naveroka 2 têbîniyên Joe Biden aşkere kir ku tê gumankirin Joe Biden bi qestî ew herdu peyam ji kamreyan re nişan dabin.

Têbînîyên Bide li ser parçe kaxizekê ne û naverokên wan wiha ne:
- Amadekariyên Amerîka ji bo bersivdana wan êrîşan li Iraqê ku ji aliye Heşdî Şabî ve tên encam ji bo ser hêz û berjewendiyên Amerîkayê.

- Rêgirtina êrîşên Heşdî Şabî ji bo ser berjewendiyên Amerîka bi û Îranê û tawanbarkirina wî welatî bi awayekî neyekser û piştgiriya wî welatî li wan milîsan û êrîşên wan.

Şîrovekarên siyasî dibêjin ew peyamên Joe Biden gelekî tûnd in ji bo Îranê û Heşdî Şabî û Amerîka beramber wan êrîşan bêdeng nabe.

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved