Tenduristiya Duhokê daxwaza qedexeya hatûçûnê dike
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Tenduristiya Duhokê daxwaza qedexeya hatûçûnê dike

Rojhat Luqman

BasNews – Li parêzgeha Duhokê roj bi roj pêketina bi vîrusa koronayê zêde dibe û duh zêdetir ji 8 hezar testan hatin kirin û ji ber wê jî tenduristiya Duhokê daxwaza qedexeya hatûçûnê ji bo 4 heftiyan dike.

Rêveberê taqîgeh ango lêkolînxaneya Melbendî ya Duhokê  Dr. Rewend Akreyî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Êdî li Duhokê rewş gelek metirsîdare. Ji ber bi rojane li Duhokê rêjeyekî mezin a pêketiyên vîrusa koronayê tê tomar kirin û ev karesatekî mezin e û eger xelk pêbend nebe dê metirsiyên mezin li ser me bên.’’

Herwaha got: ‘’Tenê duh li Duhokê zêdetirî 8 hezar testan hatin kirin û 2 hezar kes li parêzgeha Duhokê bi vîrusa koronayê ketine. Em pêşbînî dikin îro jî hejmara pêketiyan bilind be û elbet hejmar zêdetire jî. Lê gelek kes jî testan nakin ji ber wê jî çareseriya herî baş ragehandina qedexeya hatûçûnê ye ji bo 3 heta 4 heftiyan. Eger xelk alîkar be dê em bikarin kontrola vê nexwaşiyê bikin.’’

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved