Beşar Esed: Sûriye bi cîdî kar li ser vegera penaberan dike
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Beşar Esed: Sûriye bi cîdî kar li ser vegera penaberan dike

BasNews – Serokê Sûriyê Beşar Esed radigihîne, welatê wî bi awayekî cidî û berdewam kar ji bo vegera penaberan û avakirina jêrxaneya welêt dike.

Li Şam a Paytext, duh civîna hevbeş a Sûrî – Rûsî ya derbarê vegera koçber û penaberên Sûrî birêve çû.

Serokê Sûriyê Beşar Esed di hevdîtina ligel Şandeyê Taybet ê Serokê Rûsya bo Sûriyê Alexander Lavrentiev de behsa kedên hevbeş ên Sûrî û Rûsî derbarê vegera penaberên Sûrî kirin.

Serokatiya Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihand, her du aliyan dilxweşiya xwe derbarê karên hevbeş de nîşan dan. Serokê Sûriyê jî ragihand, “Sûriye bi cidî kar ji bo vegera penaberan dike. Avakirina jêrxaneya welêt a ku terorê têk daye û vegerandina ewlehî û aramiyê li navçeyên hatine rizgarkirin, gerentiya vegera koçber û penaberan bo gund û bajarên xwe dike.”

Herwiha Beşar Esed  spasiya serkirdatiya Rûsyayê jî kir, ji ber ku hevkariyên mirovî,  tendirustî û hevkariyên di hemû waran de bi gelê Sûriyê re kiriye û hewl dide penaberên Sûriyê vegerin ser cih û warên xwe.

Ji aliyê xwe ve, Şandeyê Taybet ê Serokê Rûsya bo Sûriyê Alexander Lavrentiev ragihand, her du aliyên Rûsî û Sûrî dê di vê çarçovê de bigihin encamine erênî, ji ber ku hikûmeta Sûriyê karên cidî dike û zemîna guncaw ji bo vegera penaberan dike.

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved