Diyarî Ehmed
BasNews – Li bajarê Kerkûkê roj bi roj hejmara pêketiyên vîrusa koronayê zêde dibin û herwaha mirinên ji ber pêketina vîrusa koronayê jî zêde bûne. Endamekî şaneya krîz a Kerkûkê amaje bi wê yekê dike ku rewş metirsîdar e.
Endamê şaneya krîz a Kerkûkê Dilêr Şiwanî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Helmetekî mezin emê destpê bikin bo ku xelk vaksîna koronayê li xwe bide, herwaha tedbîrên rêgiriya pêşketina zêdetir a vîrusa koronayê li bajarê Kerkûkê hene.’’
Herwaha got: ‘’Raporta tenduristiyê amaje bi wê yekê dike ku rewş xirabe û dê xirabtir jî bibe û nexwaşxaneyên taybet ên ji bo pêketiyên vîrusa koronayê tejî bûne ji pêketiyan û rewş metirsîdar e.’’
Dilêr Şiwanî amaje bi wê yekê jî kir ku: ‘’Derbarê egera ragehandina qedexeya hatûçûnê de jî naha biryar dayîn li ser qedexeya hatûçûnê di desthilata me de nîne. wek şaneya krîz a Kerkûkê ew ne di dest me de ye. ji ber ew desthilat di dest lijneya bilind a tenduristî û selametiyê ya Bexdayê de ye, ew li wê derê biryar didin.’’