BasNews – Berpirsekî Wezareta Pêşmerge ragihand, çekdarên PKKê li devera Soran êrişî hêzên Pêşmerge kirin.
Sererkanê Wezareta Pêşmerge Cemal Êminkî di daxuyaniyekê de ragihand, îro danê êvarê çekdarên PKKê li navbera nahiya Xelîfan û gundê Bêxme teqe li rêbendeka hêzên Pêşmerge kirin, pêşmergeyan jî bersiva wan dan.
Di daxuyaniya sererkanê Pêşmerge de hatiye gotin, di wê pevçûnê de ziyan hene lê agahiyên zêde li ser nehatiye dayîn.