BasNews – Şîretkarekî parlementoya Kurdistanê dibêje, xebatên çaksazî yên hikûmetê bûn sebeb ku serokê hikûmetê lêbirîna mûçe nehêle.
Serokê hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro ragihand, ji vê mehê ve êdî mûçe bê lêbirîn tê dayîn.
Li ser vê mijarê, pisporê aborî û şîretkarê parlementoya Kurdistanê, dr. Erşed Teha ji BasNewsê re got, îradeya bihêz ya hikûmetê û rijdbûn li ser çakasizyê bû sebeb ku serokê hikûmetê biryara nehîştina lêbirîna mûçe bide.
Dr. Erşed Teha her wiha got, bi berdewambûna çaksaziyê û danîna pilanên demdirêj û parastina aramî û asayişa Kurdistanê, Herêma Kurdistanê derbasî qonaxeka nû ya geşbûna serxwebûna aborî dibe.
Wî pisporê aborî anî ziman jî, bê guman pêngavên han dibin sebeba geşbûna bazarê û zêdebûna dahata welatiyan û sektorên aborî jî geş dibin.
Bi gotina wî şîretkarê parlementoyê, eger hikûmet neçar nebûya mûçe kêm nedikir lê xoşbextane rewş hat guhertin û hikûmetê karî lêborînê nehêle.