BasNews – Rêveberiya giştî ya rewşa hewayê û erdheja Kurdistanê germtirîn û hîniktirîn deverên Kurdistanê ragihand.
Bi hatina werza havînê re germa pêl bi pêl tê û bandorê li hemû warên jiyanê dike.
Rêveberiya giştî ya rewşa hewa û erdheja Kurdistanê di raportekê de ragihandiye, îro (25 vê mehê) germtirîn devera Kurdistanê bajarê Xaneqînê bû ku germahî gihîşt 50 pileyan.
Li gorî raporta han, hîniktirîn devera Kurdistanê jî nahiya Kanî Masê ya Duhokê bû ku germahiya wê gihîşt 19 pileyan.