Diyarî Ehmed
BasNews – Berdevkê polîsê Kerkûkê ragehand, li xaleke kontrolê ya Kerkûkê 4 kesên biryara girtina wan heyî, berî bikevin nav bajarê Kerkûkê hatin girtin.
Berdevkê polîsê Kerkûkê Raîd Amir Nûrî Şiwanî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Îro 25.07.2021ê li odeya rawestek û xalên kontrolên Kerkûkê ya ser bi fermandariya polîsê Kerkûkê, 4 kesên biryara girtina wan heyî girtin.’’
Herwaha got: ‘’Du kes ji wan li gor madeya 4 a terorê, ya yasaya cezayê Iraqê biryara girtina wan heye û berî hatina nav bajarê Kerkûkê hatin girtin.’’