Şiwan Berzincî
BasNews – Cîgirê serokê Parlamentoya Kurdistanê ragehand, vê heftiyê encûmena wezîran dê bicive û nûçeyên xweş emê bibîhisin. Herwaha got dê vê heftiyê desteya serokatiya parlamentoyê jî kom bibe
Îro 25.07.2021ê cîgirê serokê Parlamentoya Kurdistanê Hêmin Hewramî di civîneke çapemeniyê de ragehand, vê heftiyê dê desteya serokatiya parlamentoyê bicive, ku guftûgo li ser wan mijarên demsala buharê de hatibûn dirêj kirin û eger pêwîst bike û bernameya kar mabe dê vê heftiyê civîna parlamentoyê de bên guftûgo kirin, eger nemabe jî dê bibe bêhnvedan.
Derbarê budce û mûçe de jî got: ‘’Heta naha projeyasaya budce nehatiye û kengî bê emê kar li ser bikin. Ew jî dîsa dem dixwaze.’’ Derbarê 200 milyar dînarê ku ji Iraqê bêt de jî got: ‘’Em li Parlamentoyê çavdêriya çawa tê xerc kirinê dikin. Vê heftiyê encûmena wezîran dê bicive û derbarê mûçe de jî dê nûçeyên xweş emê bibîhîsin.’’