BasNews- Fermandarê Giştî yê Pêşmerge Ferîq Cemal Emînkî, ragihand ew ê bersiva her êrîşeke PKKê bidin.
Fermandarê Giştî yê Pêşmerge Ferîq Cemal Emînkî beşdarî bernameya Jûra Nûçeyan a K24ê bû û aşkere kir di heyama borî de çekdarên PKKê çend caran kiryarên terorîstî dijî Pêşmerge encam da û ji ber wan kiryaran Pêşmerge şehîd û birîndar bûne.
Herwiha Ferîq Cemal Emînkî dibêje şehîdbûn û birîndarbûna Pêşmergeyan diyar dike PKK bernameya wê heye ji bo êrîşan û wê bi berdewamî êrîşên xwe pêk bîne.
Di berdewamiyê jî de Ferîq Cemal Emînkî dibêje PKK bûye sedema valabûna 300 gundî li herêma Zaxo heta Balekayetî û sedema serekî ye ya hatina artêşa Tirkiyê ji bon ava xaka Herêma Kurdistanê.
Herwiha Ferîq Cemal Emînkî dibêje di dema damezirandina parlemento û hikûmeta Herêma Kurdistanê PKKê dijî Herêma Kurdistanê şer daye destpêkirin û heta sala 1999an PKK li dijî Herêma Kurdistanê şer dikir û di sala 2003an de Serok Barzanî şer kurd- kurd mehkûm kiriye. Lêbelê nabe ku PKK sûdeke xirab ji vê biryara Serok Barzanî werbigire û êrîşî Pêşmerge bike.
Di berdewamiyê jî de Ferîq Cemal ragihandiye heger PKK êrîşî Pêşmerge û sengerên Pêşmerge bike ew dê bi tûndî bersiva wê êrîşê bidin û ew dê berpirsiyariya wan kiryaran li xwe bigirin.
Li ser vekişîna Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ji Iraqê jî Ferîq Cemal Emînkî ragihand bi vekişîna hêzên wê bibe sedema valahiya ewlehiyê li herêmê û zemîneyeke peyda dibe ku DAIŞ careke din serî hild û teror li hemû herêmê belav bibe.