Rukiye Mistefa
BasNews – Li Meksîkayê wekî tê pêşbînî kirin bermayê masiyekî ku 95 milyon sal berî naha hate dîtin.
Li eyaleta Chiapas a li başûrê rojhilatê Meksîkayê di kanayekî kevir de bermayê masiyekî hat dîtin ku di serdema dînazoran de li parzemîna Amerîkayê jiyan kiriye.
Li gor lêkolînvanan, ew bermayê masiyê cureyekî masiyê ya ji Amerîkayê ye û di pişt û dawiya avjenperên wê de gelek sitirî û kelem hene. Ev cure berî naha nehatiye pênase kirin û 95 milyon sal berî naha jiyan kiriye û di serdema dînazoran de jiyan kiriye.
Zankoya Xweser a Netewî ya Meksîkayê pispora Paleoekolojî Kleyton Magno Cantalice jî ragehand, ew cureya masiyê wek ''Choichix alvaradoi'' pênase kirine û ji bo cîhanê jî ew cins û cureyekî nû ye û tenê sewalek xwedî çêkerên waha ye, ew tiştekî awarte û pir ecêbe û xwedî cerg e, me parçeyekî qefesa hêstiyên wê dît.
Cantalice got, ev cureya ku hatiye dîtin ji bingeh Meksîkî ye û ragehand; ''Li gor baweriya berê masî ji Ewrupayê hatine û koçî herêmekî Amerîkayê kirine. Lê naha masiyên herî kevin û masiyên herî hoveber û prîmîtîv em li vê herêmê dibînin.''