Xurmatû – Hêzekî sepandî dest danî ser kolanekî taxeke kurdan
كوردی عربي
Kurdî English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
×

Xurmatû – Hêzekî sepandî dest danî ser kolanekî taxeke kurdan

Diyarî Ehmed

BasNews – Li taxa Rizgarî ya bajarê Xurmatû, careke din hêzeke sepandî kolanekî taxa kurdan bi temamî dagirkir û malan vala dikin.

Piştî xiyaneta 16ê cotmeha 2017ê dema milîsên Heşdî Şeibî Xurmatû dagir kirin û kurdên bajarê Xurmatû koçberî bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê bûn û piştî demekê beşek ji xelkê wegeriyan ser cîhên xwe û wê demê hêzeke milîs kolan ji wî serî heta serê dein li taxa Rizgarî ya kurdên bajarê Xurmatû dagir kirin û vala nedikirin ku xelk vegere nav xaniyên xwe.

Li gor zanyariyên BasNewsê ew kolane demekî berî naha hatibû vala kirin, lê naha careke din ji aliyê hêzên bersivdana lez ên hikûmeta Iraqê ve careke din hat dagirkirin.

Di serdaneke ji bo wê herêmê ya ji aliyê BasNewsê re derket ku e hêz temamê xaniyên wê kolanê ji bo lê mayîna xwe bikartînin û rê nadin ti kesekî sivîl bikeve wê kolanê û ji wê derê re derbas bibe û beşek ji wan malbatên ku piştî 16ê cotmeha 2017ê ve koçberî herêma Kurdistanê bûne û naha vegeryane jî xaniyên wan ji wan re nayê dayîn. Ji ber wê jî ew xelk bi naçarî çûne nav xaniyê kirê û li gel xaniyên wan hene jî hatine dagirkirin û xaniyên wan ji wan re nayê dayîn.

Hemwelatiyekî ku mala wan dikeve pişt wê kolana ku temamî hatiye dagirkirin a li taxa Rizgarî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Reftarên wan hêzan pir xirabe û nabe hêza leşkerî nav kolanan de bimîne û çend carekê aliyê pêwendîdar me agahdar jî kirine, lê ti sûda wê tine û ew hêz guhnade ti kesê.’’

Herwaha got: ‘’Jiyan li wê taxê ewqas nexwaş bûye, eger naçar nebî nikarî li taxa Rizgarî jiyan bikî.’’

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved