Nivîskarê pirtûka ‘’Ayetên Apo’’ di hevpeyvînekî de zanyariyên metirsîdar û nehatine bîhistin derbarê PKKê de aşkera kirin
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Nivîskarê pirtûka ‘’Ayetên Apo’’ di hevpeyvînekî de zanyariyên metirsîdar û nehatine bîhistin derbarê PKKê de aşkera kirin

Mihemed Selîm Çurukkaya: Cemîl Bayik derbarê kesên dihate xwestin de tenê fermanên Ocalan bicîhanîne.

- Ocalan zilamê dewleta Tirkiyê ye û MÎT çawa xwestibe wisa birêve biriye.

- Ocalan gefa kuştinê li Leyla Zana xwariye.

- Tenê ji endamên lijneya navendî ya PKKê, bi fermana Ocalan 24 kes hatin kuştin û hemû navên wan jî hatine belav kirin.

- Şemdîn Sakik 18 salan dijî dewleta Tirkiyê şer kir, lê Ocalan ew radestî hikûmeta Tirkiyê kir û piştre jî ew xayîn nasand.

Karzan Gilî (BasNews)

Gelek rêveberên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yên diyar hebûn û dîroka PKKê bê wan bi kêmasiye. Mihemed Selîm Çurukkaya yek ji wan kesan bû ku xwedî kesayetekî diyar bû di dîroka PKKê de û naveke diyar û giring bû. Ew 11 salan di girtîgeha Amedê de di bin îşkenceya dewleta Tirkiyê de bû. Lê ji ber baweriya bi şoreş û dewleta kurdî û wê demê baweriya wî bi baweriya xebata PKKê hebû bi awayekî berxweder li girtîgeha Amedê berxweda.

Dema ku ji girtîgehê derdikeve, bi germî diçe gel serokê xwe, ew jî Ebdula Ocalan e. lê piştî demekî li gel Ocalan dimîne û nêzîkbûna wî ya ji rêveberên PKKê re dibîne, êdî baweriya wî bi şoreşê namîne. Wekî ew bixwe behs dike ji bo wî aşkera bûye, ku ew şoreşa wan piştî ketin û qurbaniyên ku wî dayî hemû jî vala ye. ji ber serokê wan kesekî dewleta Tirkiyê ye û kariye hemûyan jî bixapîne. Çurukkaya di pirtûka xwe ya demek berî naha wergera wê ya soranî hatiye kirin a bi navê ‘’Ayetên Apo’’ de dibêje: Apo, xwe di cîha xwedê de daniye û çi bibêje divê bê bicîhanîn û her kesekî ku fermana wî bicîh neyne wî jinav dibe.’’

Çurukkaya baş famdike ku baweriya Ocalan bi dewleta kurdî nîne, bi taybet ewê ku ji bo dewleta kurdî jî hewl bide dijî wî radiweste, lê dema ku PKK jî ava kiriye, yek ji dirûşmê avabûnê dewleta kurdî bû.

Tişta ji hemûyê jî ecêbtir û xwandevanan şok dike Çurukkaya dibêje: ‘’Ocalan bixwe bi piyên xwe hatiye Tirkiyê û xwe radestî Tirkiyê kiriye. Ji ber jê re gotine wisa bike û erkê te heta vê derê bûye.’’ Ji bo wan hemû tiştên ku behs jî dike belgeyan nîşan dide û dibêje: ‘’Xwandevan mafê xwe heye ji bo her tometekî ez li ser PKKê û Ocalan çêdikim daxwaza belgeyan ji min bike.’’

Ajansa nûçeyan a BasNewsê ji bo zêdetir ronahî bike pirs û zanyariyên zêdetir ên vê derbarê de hevpeyvîneke taybet li gel Mihemed Selîm Çurukkaya pêkanî û hevpeyvîna li gel Çurukkaya pirs û bersivên navborî wek li xwarê ye:

BasNews: Em ji vê ve destpê bikin, 28 sal berî naha pirtûka ‘’Ayetên Apo’’ we nivîsand, lê çend rojeke ji bo soranî jî hate werger kirin û hat belav kirin. Ez dixwazin bipirsim gelo pirtûk her wekî ku 28 sal berî naha hatî nîvîsandinê ye, yan guhertin têde hatine kirin? Ji ber di vê demê de PKKê de gelek guhertin çêbûn û Ebdula Ocalan ket girtîgehê û ji aliyê pêkhate de jî PKK gelek guherî?

Selîm Çurukkaya: Nexêr heman tişt nîne, ew pirtûka li ber destê we ye, beşa yekem çapa Stockholmê ye û li wê derê hatiye çap kirin, beşa duyem piştî 15 salan hatiye nivîsandin. Ango navê wan 72 kesên di pirtûkê de hatiye, piştî 15 salan aqubeta wan çi pê hat, min wê demê nivîsandiye û axaftin di wê derbarê de kiriye. Ji bo nimûne piştî 15 salan Ebdula Ocalan çi got? Doxtor Silêman çi got û Osman Ocalan çi got û Îsmaîl Beşîkçî çi got?

Ew hemû piştî 15 salan hatine nivîsandin. Min di pirtûkê de gotiye, xwandevanê birêz beşa yekem a pirtûka min li paytexta Lubnanê Beyrutê min nivîsandiye, dema ku min ew beş jî nivîsandî ti belgeyek li ber destê min tinebû. Xwandevan mafê wî heye bipirse, başe ew gotinên tu dibêjî çi belgeyekî te heye û çawa tu dikarî îspat bikî? Ji ber wê jî di beşa duyem de belgeyên heyî min behs kirine. Ew belgeyên ketine destê min û min daye xwandevanan û min gotiye di beşa yekem de îdayên min qebûl bikin ku derbarê PKKê û Ocalan de min nivîsandine û di beşa duyem de jî belgeyan bibînin û wan jî qebûl bikin.

BasNews: Başe di vê heyamê de ango di 28 salan de ti kesek nehta gotinên de bi derewîne û axaftinê li ser bike?

Selîm Çurukkaya: Nexêr 28 berî naha min çi nivîsandiye, naha hemû derketin û cîhbicîh bûn. Ango pêşbîniyên min hemû rast derketin. Ocalan ji bo wê çêbû, ku bi ti awayekî rê nede dewleta kudî bê ava kirin. Ji bo wê jî hatiye ava kirin ku ciwanên kurd bide kuştin. Min 28 sal berî naha di pirtûka ‘’Ayetên Apo’’ de behs kir û naha hemû derketin.

BasNews: Yanî li gor te Ocalan zilamê dewleta Tirkiyê ye û wan ew ava kir ku kurd nebin xwedî dewlet?

M.Selîm Çurukkaya: Eger bi aşkera ez biaxivim û vegerim bo sala 1993ê yekem; Yalçin Kuçuk ku ew zilamê dewleta Tirkiyê ye û naha asteke bilind a dewleta tirk de kar dike, ew zilam hate Şamê û li wê derê li gel Ocalan ma û niştecîh bû. Wê demê Ocalan gotinên ti endamekî lijneya navendî ya PKKê wernedigirt û guh nedidayê, lê pêşneyara Yalçin Kuçuk sedî sed wergirt û cîhbicîh kir. Ew 3 salan li gel Ocalan di mala wî de ma û piştre jî çû Parîsê, her Ocalan kirêya xaniyê wî dida û li MED TV de behsa pirsa kurd dikirin û ew televîzyon xistibû xizmeta Yalçin de.

Duyem; Dema sala 1993ê de Yalçin Kuçuk hate Şamê û li gel Ocalan ma Sabrî Ceng û Dua Tepe ku kesên ser bi Yalçin Kuçuk bûn, Sebrî wek serkonsolê Tirkiyê li Şamê erkdar bû, ew jî li ser daxwaza Yalçin Kuçuk pêkhat. Wan tenê li konsolxaneyê kar nedikir, herwaha du karmendên îstixbarata ser bi wezareta derve ya Tirkiyê bûn.

Sêyem: Dema Ocalan hate Tirkiyê di sala 1999ê de, ew albayê bi navê Hesen Ugur ku lêpirsîna Ocalan dikir, ew kes li Şamê heman ew kes bû ku li gel Ocalan li di yek avahiyê de diman. Ew di qata şeşem de bû, Ocalan di qata çarem de bû. Ew tenê ne albay bû, herwaha di saziya îstixbarata Tirkiyê ya MÎT de kar dikir û kesekî giring bû. Lê binêre yekem armanca min Yalçin Kuçuk e, şêwirmend û rênîşanderê saziya leşkerî ya Tirkiyê bû. Duyem li wezareta derve ya Tirkiyê karê îstixbaratê dikir û sêyem jî her li saziya îstixbaratê de bûye û di beşa teknîk a jandarmayên Tirkiyê de wek şêwirmend bûye û di artêşê de jî albay bûye.

BasNews: Başe ez dixwazim bipirsim gelo hûn çawa wan belgeyan dikarin îspat bikin ku hûn behs dikin? Derbarê ew navên ku tu behs dikî û Ocalan pê tometbar dikî, ku ew zilamê dewleta Tirkiyê ye?

M.Selîm Çurukkaya: Dema ez dibêjim albay Hesen Ugur di qata şeşem a heman avahiya Ocalan de dima, du belgeyên min heye, yekem; şêwirmendê serokê rejîma Sûriyê yê wê demê Hafiz Esed, Ebdulhelîm Hedad e, dema ji Sûriyê reviya û çû Parîsê, li wê derê rojnameyekî hevpeyvînek li gel pêkanî û dikarin wê hevpeyvînê di google de bibînin. Dibêje me ji Ocalan re got, fermandarekî leşkerî yê ser bi Tirkiyê di heman wê avahiya te de dimîne. Ocalan jî got pir başe, ez dizanim ew li wê derê dimîne, lê ew nizane ez li wê derê me. Hebûna wî ji bo parastin û selametiya min gelek giring e. Belgeya min a duyem jî Ocalan bi parêzerên xwe gotibû, belê raste Hesen Ugur li avahiya min de mabû, min destpêkê wisa dizanî hatiye ji bo plan dayne bo kuştina min, lê piştre derket ku ew hatiye ji bo deriyê guftûgo vebike.

Serokê saziya îstixbarata Sûriyê Merwan Zikrî bû, çavdêriya Ocalan dikir li Şamê û diparast, wî serpereştiya çûna Ocalan bo Rûsyayê kir û piştre di sala 1993ê de li gel Ocalan hat axaftin ku çawa vegere bo Tirkiyê û sala 1996ê biryar hate dayîn ku Ocalan ji Tirkiyê re bê vegerandin, ez dixwazim bibêjim eger Merwan rê nedaba, ti demekê Hesen Ugur nedikarî di heman wê avahiyê de bimîne ku Ocalan têde bû.

BasNews: Yanî tu dixwazî bibêji girtina Ocalan lîstokek bû û kirin? Ango Ocalan re hatiye gotin veger Tirkiyê û xwe radest bike û erkê te temam bûye û ew jî bi rêya Merwan Zikrî ve jê re hatiye gotin?

M.Selîm Çurukkaya: Belê birêz. Vegera wî bo Tirkiyê wisa bû, ku Yewnanîstan û Îsraîl û Amerîka bê tometbar kirin û bibêjin saziya îstixbarata wan Ocalan radest kir. ji ber ew sê dewlet gelek bi germî behsa çareseriya pirsgirêka kurdan dikir, lê berî ku Ocalan vegere Tirkiyê ji nû ve PKK dîzayn kir.

BasNews: Çawa dîzayn kir ji min re behs bike?

M.Selîm Çurukkaya: Pêwîstbû PKKê wisa lê bike, di zîhîn û dîtina Ewrupa û Amerîkayê de wekî terorîst bê nasîn, ango ferman danê li Ewrupa kiryarên terorîstî bike, Ocalan jî bangewazî ji bo Mistefa Karasu kir ku serpereştyarê PKKê bû li Ewrupa û got: ‘’Ewrupa bişewitînin û hilweşînin.’’ Êdî hemû termînal û cîhên giştî ji ber PKKê zêdetir parazvan û zêrevan jê re hatin danîn û êrîşê cîhên Tirkiyê dikirin û her çi kiryarekî terorîstiye encam didan, bi taybet Tirkiyê jî hin tiştên xirab kirin û xist stûyê PKKê de.

Êdî wisa lê hat heta PKK wek rêxistineke terorîst li Ewrupa û Amerîkayê bê nasîn. Ji Ocalan re gotin tu wî karî bike û piştre here Ewrupa û silav û selamueleykum li wan bike, ew jî bi wî awayî dê danûstanê li gel te bikin û te wernagrin. Nav gerîlla de jî heman awayî, hewayekî mezin ava kir, ew jî grubek ava kir ku fişarê li ser grubên din û hevdu qebûl nekin. Bi wî awayî jî parçe kir, axir di sala 1993ê de 31 hezar gerîlla hebûn û navê gerîlla tolhildan bû, ew parçe kir û bakurofe xist nav wan, ji ber ferman jê re hatibû dayîn wisa bike. Dixwazim bibêjim gerîlla tasfîye û paqij kir, ji 30 hezar anî bo 5 hezar gerîllayan.

BasNews: Tasfiye çawa bû, gerîlla hatin kuştin an ji PKKê hatin dûrxistin?

M.Selîm Çurukkaya: Ewê ku pêwîstba belê dikuştin, lê ji bo nimûne li navçeyekî rêveberekî gerîlla hebûye û gelek yekgirtî bûn û karên xwe kirine. Ocalan grubek dişande wê deverê û hûn xwe bikin hemû tişt û erkên wan kêm bikin, bi wî awayî li dijî hev derdixistin û hevdu jinav dibirin, an jî parçe dikir.

Gelek fermandarên PKKê jî tasfiye kirin, ji bo nimûne Şemdîn Sakik fermandarê PKKê bû û 18 salan li dijî dewleta Tirkiyê rawesta û şer kir, lê Ocalan ew radestî Tirkiyê kir.

BasNews: Şemdîn Sakik li girtîgeha Tirkiyê pirtûkek derbarê Apo de belav kir, di wê pirtûkê de gelek rexne li Apo dike û gelek tewan û tometan li ser ava dike, başe çima Şemdîn berî bê girtin ew nêrînên xwe yên li ser Ocalan tinebûn û piştî hate girtin nêrînên wî derbarê Ocalan de guherîn?

M.Selîm Çurukkaya: Ewê ku nav PKKê de be ti demekê nikare rexne li Ocalan bike û ew ne pêkane, kufre, ji ber wê Şemdîn berî bê girtin nekariye rexne bike. Pirs li Murat Qereyilan û Cemîl Bayik dikim, ji dema PKK ava bûye heta naha bi hezaran rûpel û bi milyonan rûpel nivîs ji aliyê wan ve li ser PKKê hatine nivîsandin, gelo di yek cîhekî de jî karîne yek rexneyekî li Ocalan bikin? Bila nîşanî min bidin, ez jî wan hemû îdayên ku min kirine ezê paşde vergirim û jê poşman bim.

Şemdîn Sakik yek ji wan kesan bû ku 18 salan li dijî dewleta Tirkiyê şer kir. li Tirkiyê û temamê cîhanê naveke diyar û bi navûbang bû. Ocalan ew hezim nekir, ji ber ew naxwazin ti kesek ji Ocalan zêdetir bi navûbang be. Yê ku derkeve pêş û bixwaze bi navûbang be dê jinav bibin. Eger ji bo wan gotinên min jî belge dixwazî ezê bo te îspat bikim. Ocalan di îfadeyekî xwe ya li gel Hesen Ugur de dibêje, eger her kesek li hember min alternatîf ba, min tasfiye dikir. Ji ber wê ez geheştim vê xala naha, ew jî du youtube de bi deng heye û lê binêrin.

BasNews: Qasê zanyariyên te hebin, heta naha PKKê çend kesên xwe tasfiye kirine?

M.Selîm Çurukkaya: Di pirtûka ‘’Bêdengî Mirin e’’ de min behs kiriye. PKKê 24 kesên xwe yên endamên lijneya navendî tasfiye kirine û darve kirine. Di wê pirtûkê de 24 kes bi temamî min nivîsandine, navê wan, bav û dayîk û temamê zanyarî min dane. Bila PKK navê yek kesê ji wan 24 kesan bibêje ku jiyan dikin, wê demê ezê dest ji yên din berdim û belav nakim. Herwaha 49 kesên din jî ji lijneya navendî ya partiyê wek xayîn ew pênase kirine. Cemîl Bayik yek ji wan kesan bû tenê fermanên Ocalan bicîhanîne û wî çi gotiba ew dikir û Ocalan gotiba kî bikuje wî ew dikuşt, Bayik derveyî kujerekî ne ti tiştekî din e.

BasNews: Şemdîn Sakik di pirtûka xwe de dibêje Mehsûm Korkmaz ku yekem şehîdê PKKê bû û fermandarekî leşkerî bû, li ser daxwaza Ocalan hatiye kuştin û dewleta Tirkiyê ew nekuştiye, tu jî di heman nêrînê de yî?

M.Selîm Çurukkaya: Di pirtûka Tasfiyekirina PKKê ya ku Ocalan bixwe nivîsandiye de, Ocalan çar cîha de behsa wê yekê dike ku Mehsûm Korkmaz bi destê navxweyî hatiye kuştin. Di cîhekî de dibêje Hogir ew kuştiye, di cîheke din de dibêje Şahîn Balîç ew kuştiye, di cîheke din de jî dibêje Şemdîn Sakik û di cîheke din jî dibêje ew planek bûye li navxweyî PKK Korkmaz kuştine.

Başe eger Hogir kuştibe Korkmaz 1986ê de hat kuştin, lê Hogir sala 1991ê de ji nav PKKê reviya, başe çima di wê demê de Hogir fermandarekî payebilindê PKKê bû û kesê yekem bû li gel Ocalan. Çima ceza nekir? Eger Şahîn Balîç ew kuştibe, ew di sala 1988ê hat kuştin, çima sê sal berî wê ceza nekir? Eger Şemdîn jî ew kar kiribe çima Korkmaz sala 1986ê hat kuştin, lê Şemdîn heta sala 1998ê li gel Ocalan bû û kesekî giring û fermandarekî bilind bû, gelo çima ew ceza nekir?

Bersiva wan ev e, Korkmaz di navxweyî PKKê hate kuştin, kesek jî ji aliyê PKKê ve bê kuştin hemû kes dizane eger bi fermana Ocalan nebe, kes nikare ti kesekî bikuje. Tu bixwe fermana kuştinê didî û piştre jî herkesek dijî te raweste, êdî tu dê kuştinê jî bixî stûyê wî de.

BasNews: Başe ez dixwazim bizanim çima Ocalan bixwaze Mehsûm Korkmaz bikuje? An jî Ocalan çi bidest dixe ku eger Mahsûm Korkmaz bikuje û jinav bibe?

M.Selîm Çurukkaya: Belê sedem hene. Ocalan PKK bi 110 kesan ava kir, di sala 1976ê heta sala 1978ê hemû ser bajarê bakurê Kurdistanê dabeş kirin û li dibistan û fermangeh û gund û navçe û bajar û qezayan de bi awayekî veşartî behsa avabûna PKKê dihate kirin, piştî sû civînan li Dîlok (Entab) PKK ava dibe, piştre ew 110 kesane nîvê wan hatin girtin û yên din jî derdikevin derveyî Tirkiyê. Yekem kesê ku Tirkiyê derket jî Ocalan bû û çû Sûriyê. Dibe û egereke zêde jî heye li ser daxwaza dewleta Tirkiyê çûbe Sûriyê. Ji ber Ocalan dibêje li ser daxwaza Pîlot Necatî û bi wî pareyê ku wî daye min ve min PKK ava kir. Necatî jî kesekî ser bi saziya îstixbarata Tirkiyê bû. Lê ew derew e û pare ne wergirtiye. Ji ber eger wergirtiba ewên li gel wî bûn dê zanîban û pare dê dîtiban. Lê wê demê tevgera kurd di nav lebateke mezin de bû û giring bû. Ji ber wê dewletê xwest dest li ser PKKê dayne û birêve bibe.

Mehmûd Kemal Aksoy kesê ku darbeya 1980yê dariştiye ew bû, Ocalan dibêje min hest bi wê yekê kir ku li Tirkiyê dê darbe ango kudeta çêbe ji ber wê ez reviyam. Lê egerekî zêde heye ku ew Aksoy bixwe ji Ocalan re gotibe ku niyeta wan a darbeyê hebe. Ji ber hemû hêzên esmanî û bejayî di bin destê wî de bûn. Ocalan jî pêwendiyên wî li gel dewletê hebûn, ji ber wê zaniye ku dê darbe çêbe û çû Sûriyê, ango zilamê dewleta Tirkiyê ye û derkete Sûriyê û li wê derê hikûmeta Sûriyê ew xist bin çavdêriyê û parastina wî kir.

BasNews: Cemîl Bayik di pirtûka ‘’Şoreşek ji Agir’’ de ku Hesen Cudî hevpeyvîn li gel wî kir û piştre jî di çarçoveya pirtûkê de hate belav kirin û min bixwe jî pirtûk xwendiye, di wê pirtûkê de Cemîl Bayik te û Mihemed Şener tometbar dike, ku di girtîgeha Amedê de we morala girtiyan kêm kiriye û ji bo dewleta Tirkiyê we kar kiriye. Bayik we tometbar dike ku hûn sîxur in û we kar ji bo dewleta Tirkiyê kiriye, gelo berî belav kirina pirtûkê bû, yan piştî belav kirina pirtûkê bû? Tu çawa bersivê dixwazî bidî Bayik?

M.Selîm Çurukkaya: Ew bi ti awayekî agahdarê rewşa girtîgeha Amedê nebûn. Ji ber wê jî wisa diaxive. Ez bi temamî red dikim û derew e. Ez û Mihemed Şener 11 salan di girtîgehê de man û li gel Şener me rêveberiya 30 hezar girtiyan kir, hemû ew îşkenceya dewletê ya li me kirî me bi berxwedanê vala derxist. Ez bixwe çar çaran ji bo 46 rojan ketim grevê, Mihemed Şener jî 45 roj di grevê rojiya mirinê de ma, em bûn li pêş dadwer me digot armanca me ev e ku em li ser tên dadgeh kirin. Me hewar dikir ‘’Ev der Kurdistane û wek axa me dagirkirî ye, we zimanê me qedexe kiriye û we gundên me xirakirin û şewitandin. Dema me dest daye çek û daxwaza mafê xwe bi çek dikin sedem hûn bixwe ne. ji ber hûn ji zimanê çek zêdetir ti tiştekî nagehin.’’ Ew hewar kirinên min û Şener û Mazlûm Dogan û Xeyrî û gelekên din cudayiya wê tenê ew e, em nemirin û ew mirin. Pêwîst nedikir em hemû bimrin û pêwîstbû beşek ji me bimînin, eger pêwîst bikira em hemû bimrin, em jî dê miriban.

Eger ez sîxur bûm, başe çawa piştî darbeya 12ê Îlonê du pirtûk min belav kirin ku herdu jî hezar rûpelbûn, ji aliyê pirtûkxaneyên PKKê ve ji bo min hatin çap kirin û 11 hezar ciwan ji ber pirtûkên min çûne çiya û bûne gerîlla. Başe çawa pirtûka sîxurekî li Ewrupa belav dikin û li girtîgehê dabeş dikin. Herwaha li çiya jî wek pirtûka perwerdê ji bo gerîlla bikartanîn. Çima heta dema ku min negot Ocalan xayîne û min ew rexne kir ku ew zilamê dewleta Tirkiyê ye, ez ne sîxurbûm, ew hemû derew in û nabe ku bawerî bê pê kirin.

BasNews: Wê demê eger Mazlûm Dogan jî naha jiyan bikira dê wî jî wek te fikir kiriba?

M.Selîm Çurukkaya: Belê dê wekî min bifikirya, wek min jî dê ji aliyê PKKê ve wek xayîn û sîxur hatiba pênase kirin. Eger rexne li PKKê û Ocalan kiriban elbet. Me çima rexne dikir? Me digot eger partiyekî komînîstin, ku wê demê komînîstî model bû, me digot em kongrê bikin û li wê derê emê biryarê bidin. Lê Ocalan rêgirî dikir û dema kongre jî dihate kirin, gotinên kesê wernedigirt û Ocalan çi gotiba ew bicîh dihat. Piştî çar salên din jî bi heman awayî, endamên lijneya navendî dihatin naçar kirin ku Ocalan re bin û dîktatoriya wî biparêzin. Tu li hemû nivîsandinan bikin, dibêje Ocalan tu mezinî û em biçûkê te ne.

BasNews: Cemîl Bayik dibêje me tûnelek lêda bo nav girtîgeha Amedê, ku em bikarin girtiyan azad bikin, lê Mihemed Şener û Selîm Çurukkaya rêgirî kirin û dewlet agahdar kirin, gelo ew meseleya tûnelê rastiya wê çawa ye?

M.Selîm Çurukkaya: Berevajiya wê raste, Ocalan ew tûnel aşkera kir û jinavbir. Em sala 1985ê di girtîgehê de bûn, me dît nava yek ji dîwaran de valatiyek heye û dikare tûnelek li wê derê ve bê lêdan û em xwe rizgar bikin. Em 110 kes bûn û piştî lêkolînê derket ku ew valatiya di nav dîwar de me dîtiye dikare tûnel lê bê kolan û me biryar da em tûnelekî lê bidin. Lê me got bila 30 kes bizane, 80 kesên din nezanin.

Me nameyek ji Ocalan re nivîsand, bi rêya Mihemed Şener ve ku dayîka wî dihate serdana wî, name qasê dendikê nokekî bû û di nav devê xwe de xist nav devê dayîka xwe û li ser hate nivîsandin divê name bigehe dest komîteya PKKê li Amedê û ew jî bo lijneyê rêbikin  û ji wê derê jî bi pare ji Almanya re dişînin, ku Selahedîn Çelîk werdigirt, bê ku ti aliyek nameyê veke. Çelîk ji bo Ocalan dişîne Şamê. Piştî wê nameyê du mehan ti bersivek nehat, naçar me nameyekî din bi heman rêyê ve şand û her bersiva wê tine bû ku em jî li bendê bûn. Ti bersivek nehat û heta nameya çarem jî me şand û cara çarem Heyder Karasun ji Aysel a hevjîna min re dibêje ev çar care heman nameyê dişînin, ka em vekin ew çi têde hatiye nivîsandin.

Me di nameyê de nivîsandibû û behs kiribû ku emê tûnelê lê bidin, lê pêwîstiya me bi pênc gerîla dibe û li gel 10 çek û kamyonek bo rizgarbûna me. Me behsa wî cîhî kiribû ku emê di tûnelê de bên derve, wan jî ew tiştê ku me xwest kirin û pênc gerîlla û 10 çek û kamyon amade kirin, lê em di cîheke xelet de hatin derve û rast cîhek bû ku leşkerên Tirkiyê lêbûn û me jî tûnel daxist.

Ev tişta li kuderê heye 30 kesên ser bi partiya te fermana darve kirina wan derketiye û dixwazin bi rêya tûnelekî ve birevin û çar nameyan bo serokê xwe dişînin û ew jî bersivê nadin. Naha jî bi rêya Cemîl Bayik ve em bên tometbar kirin, ku me dewlet agahdar kiriye ku tûnel bê kolan! Pir ecêbe, ew dixwazin tewan û sîxuriyên xwe bi me ve veşêrin.

BasNews: Gelek caran tê gotin, PKK dibêje yek partî, yek al û yek rêber, ango ew ji xwe zêdetir ti kesekî qebûl nakin. Selahedîn Demîrtaş ku rêveberekî bilind ê kurd e û berî naha jî hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bû, girêdayî Ocalane û îdeolojiya wî qebûl dike û bo dîn dibe, ew yek li çend cîha jî behs kiriye û du caran jî li Îmrali serdana Ocalan kir. Gelo di girtina Demîrtaş de destê  PKKê û Ocalan heye? ji ber hûn aşkera dibêjin Ocalan zilamê dewleta Tirkiyê ye?

M.Selîm Çurukkaya: Perwîn Buldan, Selahedîn Demîrtaş, Sirrî Sureya Onder çûn Îmralî û Ocalan dîtin. Di wê hevdîtinê de parêzerên Ocalan jî belav kirin, ku Ocalan ji Demîrtaş re gotiye: ‘’Demîrtaş te di cîhê min de amade dikin, lê min tedbîrên xwe wî alî de wergirtine, ji ber gunehe û tu xwedî zarokî.’’ Wateya wê çiye, dizanî şerê Sûriyê derketibû û ti kesê guhdarî Ocalan nedikir, ji ber Qendîl ketibû bin bandora Îranê û siyaseta wan bicîhtanî.

Ango Îran û Iraq û Şam û Qendîl di wê şerî de yek eniyê de bûn, Receb Tayîb Erdogan û Siûdiye jî di eniyekî de bûn û başûrê Kurdistanê û Ewrupa û Amerîka jî di yek eniyê de bûn. Ocalan li eniya Erdogan de bû. Ji ber wan digot eger Qendîl li gel eniya Erdogan ba, Îran hegemon nedibû û dê radestî Tirkiyê kiriban. HDPê jî guh neda Ocalan û guhdariya Qendîlê kir. wê jî wisa kir ku hikûmeta Tirkiyê hemû şaredarî li HDPê wergirtin û beşek zêde endamên parlamentoyê jî girtin û got dê girtîgehan de îslah bikin ku bikevin eniya Ocalan.

Eger li daxuyaniyên Demîrtaş binêrî, li gel daxuyaniyekî wezîrê navxwe yê Tirkiyê tu cudayiya wê tine, berevaniyê li Tirkiyê dike û berevaniyê li al û gelek tiştên din dike. Naha jî dixwazin HDPê daxin û li gor min danaxin û dixwazin HDP bikeve bin baskên Ocalan, ji bo wê jî Demîrtaş dê bînin û wê erkê bidin wî. Qendîl û Ocalan dijî yek nîn in, lê Ocalan di bin sîvana Erdogan de ye û Qendîl jî bin sîvana Îranê de ye, ev e cudayî û nakokî.

BasNews: Başe eger rewşa PKKê û serokê wê wisa ye, çima li parçeyên din ên Kurdistanê ve diçin nav rêzên PKKê û baweriya wan pê heye? Serfermandarê berê yê Tirkiyê Îlker Başbug di hevpeyvîneke li gel televîzyona CNN – Turk de got: ‘’Hemû caran me gotiye hejmara çekdarên PKKê tenê pênc hezare, eger ewqase gelo çima hinde sale bi dawî nabin? Ez dixwazim bipirsim çima hejmara çekdarên PKKê her zêde dibe?

M.Selîm Çurukkaya: Pirsgirêka kurd tenê li bakur tine, li herçar parçeyên Kurdistanê heye. dewleta Tirkiyê dixwaze bi rêya PKKê ve wan pirsgirêkan ji holê rake, ew naxwazin PKKyekî bêçek hebe, ji ber armanca wan dê jinav biçe. Ji bo wê jî ev belge heye, bo nimûne wezîrê derve yê berê yê Tirkiyê Yaşar Yakiş ê ser bi AKPê ve dibêje, em navxweyî Tirkiyê PKKê bêçek bikin û li derve jî pirçek bikin.

Naha Tirkiye û Îran rêkeftine ji bo jinavbirina wê federaliya li Başûrê Kurdistanê heye, ew jî bi rêya Heşdî Şeibî û PKKê ve bê kirin. Tu lê binêre Tirkiye li Efrînê heta Qendîlê binkeyên leşkerî danîne û 40 kîlometreyan hatiye nav kûrayiya herêma Kurdistanê. Bahane jî tenê li wan navçeyan PKK heye û PKK jî terorîste, ji ber wê Netewên Yekbûyî nikare ti tiştekî bike.

Tirkiyê ji Iraqê re gotiye, madem êre axa te ye were hakim be li serê û PKKê jinavbibe. Eger nikarî waye ezê wê bicîh bînim. Naha Tirkiye li Efrînê heta Qamişlo çûye û ji Silopî heta Qendîlê diçe. Ango eger PKK di wê bê mantiqiyê de berdewam be heta Qendîlê dê biçin û Tirkiye jî ji Qendîlê heta Efrînê dê ji xwe re desthilat be û desthilatê li ser wan deveran bike. Herin li Şingalê lêkolînê bikin, li wê derê jî Heşdî Şeibî û çekdarên tirkmen û PKK hene û dixwazin xetekî heta Kerkûkê û Mûsilê bibin. Ev jî armanca Îran û Tirkiyê ye û li Kurdistanê didin. Ew herçend dijî hev jî bin, lê dijî Kurdistanê yek in û ji bo jinavbirina dewleta kurdî û her tiştekî kurd yekgirtî ne.

BasNews: Di sala 2013ê de Leyla Zana hevpeyvînek li gel rojnameya Hurriyet a Tirkiyê pêkanî, di wê hevpeyvînê de amaje bi wê yekê dike ku pirsgirêka kurd bi destê Erdogan tê çareser kirin. Li gor te pirsgirêka kurd dê ji aliyê Erdogan ve bê çareser kirin? Tu çi dibêjî derbarê wan gotinên Zana de?

M.Selîm Çurukkaya: Ji xwe pirsgirêka kurd ji ber wê nehate çareser kirin. Dibe ku em bibêjin pêwendiyê xwe bi pirsgirêka Zana ve jî hebe. Tu dizanî çend salek berî naha Zana wek hejmara yek bû di cîhanê de û wek kesayetekî hewl dida bo çareser kirina pirsgirêka kurd, ew xwediyê çar xelatên navnetewî ye û ji aliyê navnetewî ve wek kurd di jimara yekem de bû û kesayeta herî binavûbang bû.

Başe çima napirsin naha Zana li kuderê ye? Ew li ser daxwaza PKKê û bi fermana wan ve jê re hate gotin here li mala xwe rûnê û ti gotinekî neke, bi taybet tu nikarî nav parlamentoyê de jî wek endama parlamentoyê sond bixwe. Ji ber ew endama parlamentoyê ya HDPê bû, çima wisa li wê kirin? Ji ber ew fîgurekî giring ê navnetewî bû. Eger ez gotinekî yan jî daxuyaniyekî bidim, dibe ku 10 heta 11 hezar kes guhdar bike, lê dema Leyla Zana daxuyanî yan jî axaftinekî bikira, yek milyar kesan guh didayê. Ji ber fîgurekî navnetewî bû, ji ber wê jî Leyla ji aliyê PKKê ve hate bêdeng kirin.

Başe kurd çima napirsin ka Leyla Zana? Çima daxuyaniyekî nade? Çima derveyî siyasetê ye? Ocalan gefa kuştinê lê xwar. Sirrî Sureya Onder, Perwîn Buldan û Demîrtaş dema çûn gel Ocalan li Îmraliyê, Ocalan ji wan re gotibû Leyla Zana li gel du kesayetên din dixwazin bên gel min. jê re bibêjin em cîdî siyasetê dikin û karê wisa bila neke, eger na dê baca wê bi canê xwe bide, diyare MÎT guncaw nedîtiye Zana li gel wan herdu kesan bê bo gel wî ji ber wê hinde aciz bûye.

Kesekê hinde hewl dabe ji bo kurdan û naveke hinde giring be û Ocalan gefa kuştinê lê bixwe, çima HDP dengê wê vê mijarê de dernakeve? Çima ti aliyek vî alî de naaxive û çapemenî çi nabêje? Ez behsa çapemeniya Tirkiyê nakim, ji ber ew wê dixwazin, armanca min çapemeniya kurdî ye, herwaha jinek ewqas hewl bo mafê mirov dabe, başe çima rêxistinên mafê mirov ên cîhanê û Tirkiyê behs nakin, ku Ocalan gefa kuştinê lê xwariye.

BasNews: Li Parîsê Sakîne Cansiz ku kesayetekî mezin a PKKê bû û li gel du jinên din di malekî de kuştî hatin dîtin, tu PKKê û MÎT bi kuştina wan hersê kesayetan ve tometbar dikî, başe PKK dê çi bidest bixe bi kuştina Sakîne û du hevalên wê yên din ve?

M.Selîm Çurukkaya: Çima Sakîne û hevalên xwe ji aliyê PKKê û MÎT ve bên kuştin? Ezê vê ji bo we îspat bikim. Omer Guney li saziya îstixbarata Tirkiyê de kar kiriye. Wî jî gelek caran gotiye û tomara wî ya deng jî heye û di heman demê de endamê PKKê jî bûye. Omer Guney du sal li Holanda rêveberiya PKKê kiriye û li Parîsê jî bi heman awayî erk wergirtiye û sala 2012ê de du caran çûye Qendîlê. Sakîne li gel min maye li girtîgeha Amedê û gelek îşkence dîtiye û baceke gelek giran ji ber kurdbûn û PKKyîbûnê daye. lê ew ewqas bi Omer Guney bawer dike ku hejmara veşartî ya karta banka xwe jî daye Guney û polîsê Parîsê jî ew îspat kiriye ku yek roj berî kuştina Sakînê, ji aliyê Guney ve hejmara bankê ya Sakînê hatiye sifir kirin ango hemû vala kiriye û hemû pare kêşaye. Pirs ew e çima di vê demê de Sakîne hate kuştin û hikmeta wê di çide ye?

Em dizanin dema Ocalan xwe radestî Tirkiyê kir, ew di bin çavdêriya artêşa Tirkiyê de bû, eger AKP nehatiba ser desthilatê Ocalan heta jiyanê de maba ti kesek nedidît û ti kesê nedikarî axaftinê li gel bike. Di dema AKPê de heta 11 salan Ocalan nehate dîtin, piştre gerîla kêşane başûr û li gel PDKê û YNKê şer bi gerîla kirin û piştre Amerîkayê Sedam Husên hilweşand û federalî bo kurdên başûr misoger bû. Piştre artêşê daxwaz kir gerîla ji başûr bê kêşandin, sedem jî ew bû artêşê nedixwest AKP di desthilatê de bimîne, ji ber wê gerîla li gel AKPê da şer kirin û heta wê rêyê ve şer mezin bibe û darbeyê li dijî AKPê bikin. Wê demê de dosyayên Ergenekonê hatin holê û 80 general hatin girtin û AKPê jî deriyê Îmralî vekir.

Wê demê AKPê û Ocalan li gel yek êdî kar kirin, ango di 11 salên borî de artêş û PKKê karek kirin, ku pirsgirêka kurd hemû bi destê AKPê de ye û eger ew bixwazin dê çareser bikin û bê AKP ti tiştek nayê kirin. Wekî ku bibêje pirsgirêka 100 salî ya kurdan li Tirkiyê li ser destê AKPê çareser bibe, dema serokê wan jî li gel AKPê kar dike, pêwîste vê çawa di raya giştî de ragehînin û çawa dê xelk pê bawer be, ji bo wê jî destpê kirina proseya çareseriyê li gel lêdana Sakînê destpê kir.

Plan wisa bû; AKP û Ocalan madem li gel yek kar dikin divê ragehînin û aşkera bikin. Lê nav PKKê de hin kes dijî wê pêngavê bûn û dibêjin ew aliyê hûn wek dijminê xwe û kurdan dizanî, xêre naha bûn yek û li gel yek kar dikin? Hikûmetê dizanî zilamekî wan ê bi navê Guney heye li Parîsê li gel Sakînê ye û Sakîne jî wek kewa nav qefesê de nav destê wan de bû. Gotin bila Sakîne û du hevalên wê bên kuştin, piştre emê ji raya giştî ya Tirkiyê û PKKê re bibêjin di dema ku Ocalan dixwaze pêngavekî dîrokî ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bavêje li gel AKPê , hêzên derve wê hezim nakin û li Sakînê dan û dixwazin çareseriya pirsgirêka kurd jinavbibin. Eger hûn ji Sakînê hezdikin li pişt pêngavên Erdogan bin û bibin xwediyê proseya çareseriyê. Çapemeniya dewlet û PKKê li gel yek merasîma veşartina termê Sakînê û du hevalên wê nîşan dida û li gel yek û bi yek awazê dixwandin. Bi wî awayî ên ku dijî nêzîkbûna AKPê û Ocalan bûn hatin bêdeng kirin û di wê navberê de ya bû qurban jî Sakîne bû.

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved